Ji Kongreya Îslama Demokratîk banga "Em dawî li fitneyan bînin"

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Tebqayê bang li tevahî oldaran kirin ku li hemberî fitneyan erkên xwe yên exlaqî û olî pêk bînin. Bang li hêzên navneteweyî jî kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinîn.

Ji Kongreya Îslama Demokratîk banga "Em dawî li fitneyan bînin"
12 kanûn, 2024   15:30
TEBQA

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya meclisê bi amadbûna endamên Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat xwendin.

Serokê Rabîteya Al El Beyet Şêx Ednan Îlwî daxuyanî xwend û got: "Gelên Rojhilata Navîn bi giştî û yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî di pêvajoyeke çarenûsî û hestiyar re derbas dibin. Herêmên me ji aliyê dewleta Tirk da dagirker ve tên topbarankirin. Bi taybetî li Girê Spî, Minbic û Eyn Îsayê sûc li dijî gelê me tên kirin. Di encamê de hejmarek zarok, jin û kesên bi teman jiyana xwe ji dest dan. Li Efrîn û Şehbayê jî bi hezaran kes ji ber êrişan koçber bûn.

Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tevahî pêkhateyên gelê me şermezar dikin. Em teqez dikin ku ala aştî û berxwedanê wê li ba be. Çiqas zehmetî hebin jî wê israra me ya meşa heqiyê û parastina erd û rûmeta me bidome. Em bang li meleyan dikin ku erkên xwe yên exlaqî, mirovî û olî pêk bînin, dawî li fitneyan bînin da ku em karibin bi aştî bijîn."

(bb)

ANHA