Bi hezaran kesan cangoriyên Minbic, Qerekozak û Tişrînê oxir kirin

Cenazeyên 12 cangoriyên berxwedana Minbic, Qerekozak û Tişrînê ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de peyama, “Çawa DAIŞ têk çû, wê dagirkerî jî têk biçe” hat dayîn.

12 kanûn, 2024   15:50
KOBANÊ

Şervanên QSD’ê Hesen (Hesen Osman) ku 7’ê Kanûnê li Minbicê, Masîro (Îbrahîm Mele Xelîl) ku 7’ê Kanûnê li Sirrinê, Edib (Edib Mihemed) ku 9’ê Kanûnê li Minbic, Sibhî (Sibhî Elî) ku 9’ê Kanûnê li Qerekozak, Ezîz Ereb (Raîd Şêx), Mistefa Cimo ku 10’ê Kanûnê li Tişrînê û Xemîs El Abdullah (Xemîs El Abdullah) ku 10’ê Kanûnê li Qerekozak, Elî Tefşo (Mihemed Kino), Mihemed (Mihemed El Xelîl), Şoreş Xizênê (Mihemed Bekî) û Baran Xizênê (Cîhad Îsmaîl) ku 11’ê Kanûnê li Qerekozak, ajokarê ambulansê Kurdo Bozî ku 10’ê Kanûnê li Tişrînê şehîd bû, hatin oxirkirin.

Merasîma oxirkirinê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan bi beşdariya hezaran kesan hat lidarxistin.

Di merasîma ku ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin de Endama Koordînasyona Kongra Star Arîn Ehmed axivî. Arîn Ehmed diyar kir çawa ku DAIŞ têk çû wê dagirkerî jî têk biçe û got: "Şervanên me li ber xwe didin, divê em jî li pişt wan bin, dagirkerî tenê dixwaze me tune bike. Şervanên me jî li Qerekozak destana berxwedaniyê nivîsand. Me tirba dagirkeriyê li wir koland, çawa ku me Kobanê kir cihê destpêkê yê tunekirina çeteyên DAIŞ’ê, wê Qereqozax jî bibe cihê destpêka tunebûna agirkeriyê."

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî jî axivî û wiha got: “Wê ala Rêber Apo di nava Rojhilata Navîn de heta hetayê bilind be. Em ê di oxira wê de canê xwe jî feda bikin. Em gavan paş ve navêjin.”

Xalê Şehîd Xalid Ezîz ê bi nave Ehmed jî axivî û got: “Divê em serê xwe rakin, şervanên me li hemberî dagirkeriyê berxwedanek bêhempa nîşan didin. Em ê jî weke netewa Ereb li hemberî her cure dagirkeriyê, li ber xwe bidin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava tîlîlî û dirûşmeyan de spartin axê.

(sş)

ANHA