Ronus û Navenda Metro têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed daxuyanî dan

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (Ronus) û Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan revandina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û xwest ku çarenûsa wî di zûtirîn dem de bê eşkerekirin.

Ronus û Navenda Metro têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed daxuyanî dan
29 cotmeh, 2023   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (Ronus) der barê revandina rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed (edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê) ji aliyê hêzên PDK’ê ve daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de revandina rojnamevan Silêman Ehmed hat şermezarkirin û daxwaz hat kirin ku di zûtirîn dem de çarenûsa wî were eşkerekirin û rêz li yasayên azadiya karê rojnamevanî were girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin; “Binçavkirina Silêman Mihemed tawaneke li dijî yasaya karê rojnamevanî û azadiya fikir û ramanê ye. Nabe ti sazî û aliyek Herêma Kurdistanê rê bi xwe bide ku di jêr her behaneyekê de ti kesî birevîne û winda bike. Ger ev rojnamevan tometek diyarkirî li ser be û fermana dadwer a girtinê li ser hebe, divê bi rêyên yasayî û mirovî danûstandinê li gel bike. Divê sedemên binçavkirinê ji saziya ku têde dixebite û raya giştî re were eşkerekirin. Berovajiyê vê revandin û windakirina her rojnamevanek li gorî yasaya heyî ya Herêma Kurdistan û Iraqê dibe kareke neyasayî.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li saziyên ewlehiyê yên Herêmê bi giştî û rêveberiya deriyê sinorî yê Pêş Xabur (Sêmalka) tê kirin ku di zûtirîn dem de çarenûsa rojnamevan Silêman Mihemed bê eşkerekirin û sedemê binçavkirina wî were zelalkirin.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Navenda Metro de daxwaz ji hikumeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku çarenûsa Silêman Ehmed were eşkerekirin û ji bo ku Silêman bi selametî vegere ser karê xwe tedbîrên pêwîst werin girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Navenda Metro şêwirmendê xwe yê yasayî erkdar kiriye daku dosya Silêman Ehmed lêkolîn bike.

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed 25’ê Cotmehê dema ku xwest ji Rojavayê Kurdistanê di deriyê Pêş Xabur(Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê demê ve tu agahî jê nayên wergirtin.

(he/c)