Çelakiyên gelê bakurê Kurdistanê ji bo Rojava didomin

 Êrişên ser rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên Bakur hatin protestokirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di çalakiyê de got: “Gelê Kurd jî, jinên Kurd jî dê li ber xwe bidin û serî natewînin.”

Çelakiyên gelê bakurê Kurdistanê ji bo Rojava didomin
22 ÇILE, 2026   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên hikumeta demkî û girêdayî dewleta Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin protestokirin. 

AMED  

Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên ser Rojava, li navçeya Hênê daxuyanî da. Daxuyanî, li ber avahiya DEM Partiyê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Deng bide Rojava” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Çetîn Aslan daxuyanî xwend. Aslan, êrişên ser Rojava weke sûcê li dijî mirovahiyê nirxand û xwest tavilê bên sekinandin. 

Halîde Turkoglûyê herî dawî banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir ku dê di 25’ê Adarê de li Amedê were lidarxistin. 

PLATFORMA TENDURISTIYÊ YA AMEDÊ DEST BI NOBETÊ KIR   

Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşîya Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi çalakiya nobetê li dar xist. Endamên Platform Tenduristiyê ya Amedê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” vekir û dowîzên, “Êrişên Rojavayê tên kirin, hêviya jiyan û aştiyê têk dibe”, “Ma mergî ra xişnerî”, “Li Rojava mirin hebe, li Amedê jiyan nabe” û “Bombekirina nexweşxaneyan sûcê mirovahiyê ye” hatin rakirin.

Serokê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî Mehmet Zeydin Duran xwend. Duran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şer tenê bi mirinan nabe sedema têkçûnê û got: “Şer ne tenê bi kuştina rasterast, lê her wiha bi bêavbûn, nexweşiyên belavbûyî, travmayên ruhî, astengkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê û xizaniyê jiyanê tehdîd dike. Bi vê aliyê re şer yek ji pirsgirêkên herî giran û herî bi hêsanî ku dikare were astengkirin, yên tenduristiya gelan e.”

Duran daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand: “Careke din em diyar dikin; şer pirsgirêkek tenduristiya gelan e. Aştî jî xizmeta herî bingehîn a parastina tenduristiyê ye. Li Rojava hedefa jiyanê tê girtin, ne tenê ya gelên li wir dijîn, lê ya hemû mirovahiyê ye.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

ÇEWLIG   

Rêxistina DEM Partiyê ya Kanîreş a Çewligê jî ber bi devera Dortyolê ve meş li dar xist û êriş protesto kir. Piştre jî daxuyanî hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Hevserokê DBP’a navçeyê Ozkan Bîngol di daxuyaniyê de axivî û got ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye. Ozkan, diyar kir ku divê raya giştî ya navneteweyî dengê xwe derxîne û êrişan bide sekinandin. 

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

ERDEXAN

 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin. Hevserokê navçeyê Engîn Çelîk di daxuyaniyê de got ku Rojava rûmeta mirovahiyê ye û got: “Parastina Rojava ya li dijî çeteyên hov ên tu nirxên wan ên mirovahiyê nîne, erkekî mirovahiyê ye.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

 AGIRÎ

 Li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî girseyê xwest meşê li dar bixe lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê daxuyanî hate dayin. Wekîlê DEM Partiyê Heval Bozdag di daxuyaniyê de got ku bi êrişên ser Rojava re pêkvejiyana gelan hedef tê girtin û got: “Rojava bi tenê nîne. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li Rojava derkevin û ji bo çareseriyê dengê xwe bilind bikin.”

MÛŞ

Platforma Saziyên Demokratîk a Muşê li dijî êrişên li ser Rojava meşiya û daxuyanî da. Gelek welatî li ber Kolana Îstasyonê kom bûn û bi çepik û dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Pankartek bi nivîsa “Rojava wîjdan e, azadî ye, berxwedan e, kes nikare teslîm bigire” hate vekirin. Bi sedan kes meşiyan û dirûşmeyên wekî “Rojava rûmeta gelê Kurd e” û “YPG gel e, gel li vir e” qîr kirin.

Di tevahiya meşê de, welatiyên li derdorê bi nîşanên serkeftinê û çepikan piştgiriya xwe nîşan dan. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek welatî beşdarî meşê bûn.