Çêkirina kurkan li Reqayê: Pîşeya li hember demê ber xwe dide

Pîşeyê çêkirina kurkên hirî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li bajarê Reqayê û deverên derdora wê, li hember pêşketina demê li ber xwe dide, û tenê 2 kes hîn jî vê pîşeyê dikin.

29 kanûn, 2025   05:05
REQA
ENES MIHEMED

pîşekarê bi navê Mistefa El Şellah, ku temenê wî ji 80 salî mezintir e, li ser perçeyek çermê miyan kar dike û dest bi çêkirina kurkekî hirî dike.

Ev pîşe, ku berê li gund û deverên gundewarî belav bû, niha li ber windabûnê ye, lê dîsa jî nirxekî wê yê mezin ên çandî heye.

ÇÎROKA EBÛ MIHEMED BI ÇÊKIRINA KURKAN RE

pîşekar Mistefa El Şellah (Ebû Mihemed), ku bi eslê xwe ji Maaret El Numan li gundewarê başûrê Îdlibê ye, zêdetirî 60 sal berê dest bi vî pîşeyî kiriye.

Ew di sala 1990`î de koçî Reqayê bûye, û ji wê demê ve ew bûye yek ji çêkerên kurkan yên herî navdar ên herêmê.

Ebû Mihemed dibêje, "Ji temenê xwe yê biçûk ve, min bi destan çêdikirin. Min bala xwe da ser çêkirina wan û gav bi gav ji bavê xwe fêrbûm. Ez di sala 1990`an de hatim Reqayê û li bazara Qiwetlî, ku yek ji bazarên herî kevin ên Reqayê ye, di pîşeya çêkirina kurkan dixebitim. kargeha min di nav şêniyên herêmê de navdar bû. Îro, tenê ez û cîranê min di kargehê de mane, hîn jî vê pîşeyê diparêzin."

Ebdilwehab El Ferwatî, pîşekarekî din ê çêkirina kurkan e, dibêje, "Em di nav xelkê Reqayê û deverên derdora wê de navdar bûne. Kesekî din di vê pîşeyê de naxebite."

JI CILÛBERGAN ZÊDETIR TIŞTEKÎ MÎRATÎ YE

El Ferwatî axaftina xwe wiha zêde dike, "em kurkên hirî yên ku em çêdikin ji cil û bergan bêtir, wekî tiştên mîratî dibînin. Lê şivan hîn jî wan dixwazin ji ber ku ew wan ji sermaya zivistanê diparêzin û di nav bedewiyan de cilûbergeke bi heybet e."

Piştî amadekirina çerm, Ebû Mihemed û kurê wî Mihemed çerm li gorî şêweya ku tê xwestin dibirin, û dûv re pêvajoya dirûnê dest pê dike.

Ebû Mihemed dibêje, "Ji bo vê pîşeyê sebir û tevgerên hêsan û bi zanebûn hewce dike, ji ber ku bi tevahî bi dest tê kirin. di çêkirina kurkên ku em çêdikin de makîne nayên bikar anîn."

BIHA Û CUREYÊN KURKAN

Bihayê kurkan li gorî celebê wê û celebê hiriya ku tê bikar anîn diguhere. Mînak, kurkên ji hiriya berxan tê çêkirin di navbera 500 û 800 dolarên Amerîkî  tê firotin, ew ji cureyên herî biha ye, ji ber ku gelek cermên berxan ji bo çêkirina wan hewce dike.

Buhayê kurkên şivanan jî di navbera 10 û 30 dolarên Amerîkî de ye, û ji hêla şivan ve ji bo germkirinê tê lixwekirin.

Abdiwehab diyar kir ku ev pîşeya destan ji bo gelek malbatên li herêmê çavkaniyek debara jiyanê bû, lê îro kêm bûye, ji ber kurkên çêkirî ji parêzgehên din tên û firotina yên bi destan tên çêkirin kêm bûye.

BER BI NEMANÊ VE DIÇE

 Kêmbûna hejmara pîşekarên çêkirina kurkan, ev pîşe xistiye xetereya nemanê. Tevî vê yekê jî, Ebû Mihemed û hevkarê wî bi biryar vê pêşeyê dewm dikin û dibêjin ku çêkirina kurkan dê her bimîe semboleke mîrata herêmî.

(k)

ANHA