Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine

Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine Şêniyên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ku bi zorê koçber bûne û niha li kampa Waşûkanî dijîn, diyar kirin ku hebûna çeteyên Tirkiyê astengiya herê mezine.

Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine
Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine
Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine
Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine
Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine
Koçberên Serêkaniyê: Hebûna çeteyan astengiya herê mezine
29 kanûn, 2025   02:35
HESEKE
DIYAR EHMED

Koçberên ku ji bajarê Serêkanyê ku 6 salê li kampa Waşûkaniyê dijin ji Ajansa mara diyar kirin ku ew ji ber hebûna çeteyan li bajarên wan niakarin vegera malên xwe.

"EM WEKÎ KU EM LI DERVE BIN DIJÎN"

Koçbera bi navê Zekiya El Ebdela, ku li kampa Waşûkanî dijî, got: "Em 6 sal in li vê kampê ne, û heta îro kon nehatine guhertin. Dema baran dibare, av diherike nav konan, ji bilî vê yekê zarok û şêniyên kampê ji ber nexweşiyan êşê dikişînin.”

Zekya wiha li gotina xwe zêde kir: "Em dixwazin vegerin bajarên xwe, lê îro ji ber hebûna çeteyan li bajarên me ewlehî tune.”

"EM JI MAYÎNA LI KAMPÊ WESTIYANE Û DIXWAZIN BI EWLEHÎ VEGERIN MALÊN XWE

Koçberê bi navê Casim El Mihemed behsa êşên ku ew di hundurê kampê de dikişînin kir. Di tevahiya salê de zehmetiyên mezin dikşînin, û diyar kir ku rewşa wan a îro ji ber serma û rewşa xirab a konan zehmet bûye.

El Mihemed ev lê zêde kir, "Serma dijwar e, kon xirab bûne, û zarok û şênî nikarin bi şev û roj germ bibin. Em ji vir westiyane, û em tenê dixwazin bi ewle vegerin malên xwe."

"EM NIKARIN VEGERIN JI BER KU BAJARÊN ME NEHATINE RIZGARKIRIN"

Jina koçber a bi navê Rifa El Ehmed rewşa xwe ya li kampê vegot û diyar kir ku şert û merc êdî nayên tehemûlkirin. Rifa got ku ew dixwazin vegerin malên xwe, û da zanîn kir ku konên ku ew lê dijîn tije av dibin, ji ber vê yekê dema ku baran dibare ew neçar dibin ku di nav konên avî de rûnin

Rifa da zanîn ku ew nikarin vegerin bajarên xwe ji ber ku bajarên wan nehatine rizgarkirin û di bin kontrola çeteyan de ne. Rifa daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir.

Nêzîkî 17 hezar 500 kes, ku ji 2 û 360 malbatan pêk tên, li kampa Waşûkanî li başûrê bajarê Hesekê dijîn. Ew di nav konên xirab û sermayê de di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Hebûna çeteyên Tirkiyê, rê li ber vegera wan bo malên xwe digire.

(k)

ANHA