Hêviyên sala nû: Vegera ewle, pêkanîna mafan û welatekî aştiyane

Bi nêzîkbûna sala nû, Şêniyên Hesekê hêviyên xwe ji bo Sûriyeyeke ewle û aştiyane anîn ziman.

Hêviyên sala nû: Vegera ewle, pêkanîna mafan û welatekî aştiyane
29 kanûn, 2025   07:30
HESEKE
HENAR ÎBRAHÎM

şêiyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hêvî û peyamên xwe ji bo sala nû anîn ziman, bi hêviya ku ew ê bibe destpêka serdemeke nû ya ewlehî, veger û pêkanîna mafan.

HÊVIYA VEGERÊ Û SÛRIYEYEK BÊ ŞER

Dilo Mihemed Elî, ku ji bajarê Serê Kaniyê koçber bûye û niha li Hesekê dijî, got: "Em Sûriyeyek azad, bê şer û pevçûnan dixwazin. Hêvî dikin ku êşên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikişînin, kuştin û koçberî, bi dawî bibin. Em hêvî dikin ku êdî kamp an koçberî li welêt nemînin. "

Elî wiha zêde kir: "Em hêvî dikin ku hemû koçber vegerin mal û erdên xwe, û em ber bi aştiya rastîn li Sûriyeyê ve biçin, û Sûriye azad be."

VEGERA EWLE Û GARANTIYÊN NAVNETEWEYÎ

Mihemed Ferhan jî diyar kir ku hêviya wî ya sereke vegera ewle ya koçberan bo mal û erdên xwe bi garantiyên navneteweyî ye. Ferhan da zanîn ku divê hemû civakên Sûriyeyê bi hev re bi ruhê biratî û aştiyê bijîn, di heman demê de mafên hemûyan were parastin.

Mihemed Ferhan bal kişand ser girîngiya ji nû ve nivîsandina destûra Sûriyeyê da ku mafên hemû civakan garantî bike, û hêvî kir ku sala nû bibe destpêka jiyana hevbeş, bê pevçûn û mezhebperestiyê.

SALEKE CUDA JI BO SÛRIYEYÊ

Ebdulxenî Dawûd, ji şêniyên taxa Muftî li Hesekê got: "Dixwazmin ji bo hemû Sûriyeyî di sala nû de bi hev re bi aştî û ewlehî bijîn.

EWLEHÎ Û BAŞKIRINA ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ

Enwer El Esaf ji niştecihên taxa El Nasra li Hesekê, diyar kir ku ewlehî daxwaza wan a sereke ye, û hêviya xwe anî ziman ku aştî û xweşî li Sûriyeyê serdest bibe û rewşa aborî, baştir bibe.

Hekîm Revê jî sala nû li hemû pêkateyên Sûriyeyê pîroz kir, bi taybetî behsa civaka Kurd kir, ku di dîrokê de gelek êş kişandiye. Revê destnîşan kir ku bi saya fedekariyên şehîdan, cîhanê ev pêkhate nas kirine, û di navbera wan de girêdanên xurt hatine çêkirin.

DAWÎBÛNA ZILMÊ Û PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER

Mihemed Ehmed, ji taxa El Salihiye ya Hesekê, hêviya xwe ya sala nû wiha anî ziman bila şer dawî bibe, aştî û ewlehî li Sûriyeyê careke din êşa zilma berê nemine.

Mihemed Ehmed bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo baştirkirina bedewî û xweşiya herêmê bêtir bixebite û di warên cûrbecûr de piştgiriyek mezintir bide şêniyan.

AŞTÎ Û BAWERÎ JI BO HEMÛ SÛRIYEYIYAN

Cîhan Silêman, şêniya taxa El Telaî ya Hesekê jî got: "Hêviya me ji bo sala nû ew e ku em di Sûriyeyeke nû de di aştî û ewlehiyê de bijîn,"

Şêniya bi navê Nadiya Silêman diyar kir ku gelê Sûriyeyê dixwaze di aştî û ewlehiyê de bijî û Kurd maf û armancên xwe bi dest bixin.

Nadiya wiha lê zêde kir, "Divê destkeftiyên şoreşê werin parastin, destkefriyên ku bi xwîna hezaran şehîdan pêk hatine, ji ber ku em îro bi saya fedekariyên wan di aştî û ewlehiyê de dijîn."

(k)

ANHA