Çekdarên PDK’ê ji gundê Guherzê 3 ciwan revandin

Beriya çend rojan 3 ciwanên gundê Guherzê dîmenê bombebarana dewleta Tirk a dagirker qeydkirin û belavkirin. Li ser daxwaza artêşa Tirk a dagirker çekdarên PDK’ê bi ser gund de girtin û wan ciwanan binçavkirin.

Çekdarên PDK’ê ji gundê Guherzê 3 ciwan revandin
27 mijdar, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Carek din PDK’ê dilsozî û nokeriya xwe ya ji dewleta Tirk a dagirker re îspat kir. Ji bo berjewendî û daxwazên dewleta Tirk a dagirker çekdarên PDK’ê hejmarek ciwanên ji gundê Guherzê ya ser bi navçeya Dêralok a Amêdiyê ya li sînorê parêzgeha Dihokê binçavkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyekê ji ajansa Rojnew’ê di 20’ê Mijdarê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakiyek dijî leşkerên dagirker pêkanî, artêşa Tirk a dagirker herêmê bombebaran kir. Hejmarek ciwanên ji gundê Guherzê, bi telefonên xwe dîmenê bombebaran û êrişa dewleta Tirk a dagirker qeydkirin û belavkirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ew ciwan ji baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ve hatine dîtin û demildest ferman ji bo çekdarên PDK’ê hatiye dayîn ku wan ciwanan binçav bikin. Li ser daxwaza artêşa Tirk a dagirker jî çekdarên PDK’ê bi ser gundê Guherzê de girtin û ciwanên bi navê Awar Mihemed Tahîr, Rêdûr Tofîq û Amed Tofîq revandin.

Hate diyarkirin ku ciwanên hatîn revandin 3 rojin li asayîşa Dêralokê têne girtin û telefonên wan jî jê hatine girtin.

Beriya niha jî Menaf Nezmî, Xalid Necîb, Ehmed Îbrahîm, Talib Musa, Hewar Musa, Îbrahîm Cebraîl û Bedel Nurî bi heman sedemê bi 6 mehan ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û bi awayekî tund êşkence lêhatibûn kirin.

Hêjayî gotinêye ku di nava çend rojên borî Rojnews dîmenên çêkirina rê û baregehên nû ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Guherzê ku çekdarên PDK’ê çavdêrî û parastina wan dikir, belavkiribû.