Li gundewarê Helebê di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Tehrîr El Şam de pevçûnên dijwar

Îro danê sibê li rojavayê bajarê Helebê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû dan, li herêmê koçberiyeke mezin a sivîlan çêbû.

Li gundewarê Helebê di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Tehrîr El Şam de pevçûnên dijwar
27 mijdar, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li eniyên rojavayê Helebê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) li derdora bajarokê Atarib ê gundewarê rojavayê Helebê rû da .

Îro danê sibê malperên girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hin dîmenên bi navê "Celcelat" belav kirin, tê de "destpêkirina şer li eniyên Helebê" ragihandin.

Di heman çarçoveyê de gelek jêderên leşkerî ji ajansa me re aşkera kirin ku çeteyan di êrişê de 3 xal xistine bin kontrola xwe û bi dehan endamên leşkerên hikûmeta Şamê ji deverên Qubtan El Cebel û Şêx Eqîl û foca 46`an ên  rojavayê Helebê, reviyane.

Di navbera her du aliyan de topbaraneke dijwar rû daye, her wiha balafirên şer ên Rûsyaê ketin asmanê herêmê.

Balafirên şer ên Rûsyayê bajarokên Etarib û Daret Izza û gundên dora bajarê Etarib li rojavayê Helebê bombebaran kirin.

Di encama tevgerên leşkerî û bombebarana tund a di navbera aliyên şer de, duh sêşemê, gelek kes ji bajarê Etarib û gundewarên wê li rojavayê Helebê koçber bûn.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam deriyê Xezawiyê yê di navbera gundewarên bajarê Efrînê yê dagirkirî û gundewarê rojavayê Helebê de girtin, tenê deriyê Dêr Belût ê di navbera herêmên wê û herêmên Efrînê yên dagirkirî de vekirî hiştin, da ku rê li pêşiya koçberiya girseyî ya sivîlan bigirin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk her wiha gelek rêyên sereke yên weke rêyên Idlib-Sermeda, Etarib-Kefr Kermîn, Til El Kerame û Termanîn-Dana û Idlib-Mearet Misrîn girtin û ew rê kirin  rêyên leşkerî û berê sivîlan dane hin rêyên din.

Çavkaniyên xwecih ên agahdar ji ajansa me re ragihandin ku ji ber bombebaranê gelek welatiyên bajarokên Nibil û El Zehraa yên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de, koçber bûne.

(k)