Çekdarên hikumeta veguhêz heqaret li Sultan Paşa El Atraş kir

Çekdarên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê wêneyê, fermandarê giştî yê Şoreşa Mezin a Sûriyeyê Sultan Paşa El Etreş xistin bin lingê xwe, ev yek bû sedema nerazîbûneke berfireh a raya giştî, ji ber rasterast heqaret li yek ji kesayetên herî berbiçav ên têkoşîna neteweyî ya li dijî dagikeran kir.

Çekdarên hikumeta veguhêz heqaret li Sultan Paşa El Atraş kir
14 tîrmeh, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pê li wêneyê fermandarê giştî yê Şoreşa Mezin a Sûriyeyê Sultan Paşa El Atraş, kirin.

Ev kiryar hat şermezarkirin û bi kiryarên provaksyon hatine binavkirin.

Sultan Paşa El Atraş li dijî dagirkeriya Fransî şoreşa 1925`an birêve bir. Ew ne tenê kesayetiyekî Durzî yan jî herêmî ye lê belê ew rêberek e ku ji bo yekitî û serxwebûna Sûriyeyê şer kiriye, sûriyeyî wî ji bîr nakin. Pêlêkirina wêneya wî, li dijî bîra nîştimanî ya komkar e.

Sivikkirin û pêlîstina sembolên têkoşîna sûriyeyiyan a li dijî mêtîngeriyê, aloziyên li parêzgeha Siweydayê gûrtir dike. Her wiha cidîbûna saziyên hikumeta veguhêz a ji bo kontrolkirina tevgerên endamên xwe û hesab ji wan bipirs e, rêzgirtina wan ji sembolên nîştimanî re test dike.

Parastina sembolên neteweyî yên komkar, di nav wan de ya herî girîng Sultan Paşa El Atraş, ne vebijarkeke siyasî ye, lê belê pêwîstiyeke exlaqî û nîştimanî ye nemaze di vê pêvajoyê de ku hevgirtin û redkirina parçebûnê pêwîst dike.

Binpêkirina mîna van kesayetan, nasnameya komkar a sûriyeyî têk dibe.  

(ac-şx)

ANHA