Koordînasyonan Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê li navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê li dar xist.

14 tîrmeh, 2025   22:00
REQA

Di civînê de Rêveberiya Koordînasyona Gitşî ya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koordînasyonên jinan ên rêveberiyên xweser ên kantonan, nûnerên deste û nivîsgehên jinan û tevgerên jinan amade bûn.

Di serî de hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser rewşê bi giştî û rewşa siyasî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û danûstandinên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re, axivî.

Piştre raporên nîva salê ya koordînasyonên jinan ên kantonan û koordînasyona herêmê hatin xwendin. Di raporan de rewşa siyasî, aborî û leşkerî ya jinan û nobedên li bendava Tişrînê û çawa jinan xwe di hemû qadan de îsbat kir, hat şîrovekirin.

Piştre sînevîzyonek li ser xebata 6 mehan a Koordînasyona Jinan hat pêşandan û rewşa jinan û rewşa wan a rêxistinî di civîneke girtî ya dûrî ragihandinê de hat nîqaşkirin. Encamname ji aliyê Koordînatora Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve hat xwendin. Encamname wiha ye:

"Li dijî hemû şêweyên şerê taybet û li ser pêwîstiya parastina destkeftiyên ku bi şoreşa jinan hatine bidestxistin, rawestin.

Pêşxistina prensîba parastin û berevaniyê bi rêya lidarxistina çalakiyan ku piştgirî û alîkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dikin û aktîvkirina dewreyên li ser xweparastinê.

Pêşxistina xebatên îdarî û şopandina temamkirina heykelên rêxistinî ji bo hemû sazî û desteyan li gorî rêzikname û qanûnên hundirîn û li gorî bendên hevpeymana civakî ya jinan.

Xurtkirin û aktîvkirina rola hevseroketiyan di pêkanîna erk û rolên di nav karê her desteyekê de.

Xurtkirina asta siyasî, îdarî, qanûnî û aborî ya jinan û destekdayîna rola jinan di biryardayîn û rêvebirinê de.

Lidarxistina komxebatên li ser diyardeyên nerênî yên civakî, nemaze kuştin û xwekuştinê.

Şopandina karûbarên kampan û rewşa koçberan were başkirin, ku bi hemû awayan xebat were kirin da ku ew vegerin malên xwe.

Pêşxistina xebatên ragihandinê û jinên ku di vî warî de dixebitin da ku ew bikaribin ji geşedan û bûyerên herî dawî yên li herêmê diqewimin agahdar bin.

Ji bo xurtkirin û pêşxistina rola jinên ciwan di hemû waran de divê ew wekî hêzek pêşeng di civakê de, bixebitin.

Lidarxistina komxebatan ji bo pêşxistin û piştgiriya mekanîzmayên karê nivîsgeha zarokan ji bo nîqaşkirina diyardeyên tundî û xebitandina zarokan.

Vekirina navendek ji bo parastina jinên ku rastî tundiyê tên û çavdêriya zarokan.

Amadekirina amar û lêkolînên têkildarî tundiya li dijî jinan, wek (koçberî, tecawiza cinsî, zewicandina zarokan, kuştin û bazirganiya jinan) û pêşniyarkirina çareserî û prosedurên qanûnî ji bo kêmkirina van diyardeyan û çareserkirina bandorên wan.

Beşdarbûna di Hemleya Roja Cîhanî ya  Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, ku dê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve were destpêkirin.

(mh)

ANHA