‏Şervanên Siweydayê gelek herêm kontrol kirin

Nûçegihana me li bajarê Siweydayê ragihand ku hemwextî bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê û êrişên şervanên Siweydayê, çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji gelek herêman vekişîne.

‏Şervanên Siweydayê gelek herêm kontrol kirin
14 tîrmeh, 2025   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Siweydayê ragihand ku çekdarên hikumeta veguhêz ji Mezra, Kenakir û Til Hedîdê piştî êrişên komên şervanên xwecih ên Siweydayê, vekişîne. 

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih jî ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê dora gundê Mezra yê Siweydayê û gundê Kenakir bombebaran kirine.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz gef li hikumeta veguhêz xwar ku gelek cih bombebaran kirine û ew hişyar kir ku dest nedin durziyan. 

Bîlançoya şer û êrişên li parêzgeha Siweyayê ku ji sibeha 13`ê Tîrmehê ve berdewam in girantir bû û gihaşt 80 kuştî. Li gorî agahiyan di nav de zarok jî hene.

(şx)