Li Pirsûsê di çalakiya piştgiriya Rojava de 12 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pirsûsê di çalakiya tekildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojavayê re ya Cîhanê hatiye lidarxistin de 4 jê zarok 12 kes hatin binçavkirin.

Li Pirsûsê di çalakiya piştgiriya Rojava de 12 kes hatin binçavkirin
2 sibat, 2026   11:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê têkildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Qada Pirsûsê duh çalakiya meşê li dar xist. Girseya rastî astengiya polîsên dewleta Tirk hat, astengî qebûl nekir û çalakiya meşê li dar xist. Polîsên Tirkiyê êrişî girseyê kirine 4 jê zarok, 12 welatî binçav kirin û ew birin navanda Têkoşîna Dij Terorê (TEM) a Rihayê. Her wiha di dema binçavkirinê de polîsan destê zarokekî jî derizandin e.

Navê kesên hatinê binçavkirin wiha ne: “Mehmetşah Karatay, Ronî Xelîl, Fatma Taş, Bekir Polun, Talat Demîrbîleklî, Ferhat Çevrîm, Metîn Yildirim, Yusuf Kiliç, Îbrahîm Kiliç, Ahmet Arslan, Mehmet Arslan û Yusuf Okten.”