Çekdaran li Humsê welatiyek qetil kir

Çekdaran li bajarê Humsê li nêzî mala wî gule li welatiyekî barandin. Çekdaran rê neda şênî wî bibin nexweşxaneyê, ji ber birîna giran welatî jiyana xwe ji dest da.

Çekdaran li Humsê welatiyek qetil kir
20 cotmeh, 2025   17:09
HUMS

Li taxa Wirûd -Kolana El Hebal a Humsê çekdarên nenas ên ku li erebeykê siwar bûbûn gule li welatiyê bi navê Hatim Ebûd barandin. Ebûd li hotêla Sefîr a heman taxê bi şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) re wekî berevan dixebitî.

Nûçegihana me da zanîn ku hevjîna wî bang li welatiyan kir ku Ebûd rakirin nexweşxaneyê, lê kesekî gund neda wî. Piştî Ebûd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Ebûd ne girêdayî tu aliyan bû û hat piştrastkirin ku sedema vê sûcê mezhebperestî ye.

Li hemberî vî sûcî şêniyên taxê bertekên nerazîbûnê nîşan da got "Dema tu Elewî bî tu tê hedefgirtin û tu ji bo nexweşxaneyê nayê veguhastin."

Ev di demekê de ye ku sûcên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê bi taybetî Elewiyan zêde bûne, nexasim li Humsê û gundewarê wê, bê ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu biryar û qanûnên darizandinê bide.

(mh/fr)