Rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan di salvegera 33'yemîn a şehadeta wê de, bi bîr anî. Di merasîma bibîranînê de behsa fedakariyên şehîd û rola wê di parastina nirxên edaletê û rizgarkirina jinan de hat kirin.

Rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
20 cotmeh, 2025   16:47
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 33'yemîn a şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) merasîma bibîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist. Di merasîmê de şênî, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin amade bûn.

Çalakiyê de endama Kongra Star Emanî Ehmed stranek li ser şehîd Bêrîtan pêşkêş kir.

Piştre endama rêveber a Kongra Star Viyan Efrîn li ser jiyana şehîd axivî, têkoşîn û fedakariyên wê bi bîr xistin.

Viyan Efrîn diyar kir ku şehîd Bêrîtan rolek girîng di parastina mafên jinan de lîst û destnîşan kir ku wê di parastina mafên jinan û aktîvkirina rola wan di civakê de pêşengtî kir.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de şîraniya "helawiye" ya ku şehîd Bêrîtan jê hez dikir, li mêvanan hat belavkirin.

(mh/fr)

ANHA