Şaredariya Gel a Holê dest bi qîrkirina rê û kolanên bajêr kir

Şaredariya Gel a bajarê Holê dest bi qîrkirina kolan û taxên bajêr û rêya bajarokê Um Hucêra kiriye.

Şaredariya Gel a Holê dest bi qîrkirina rê û kolanên bajêr kir
Şaredariya Gel a Holê dest bi qîrkirina rê û kolanên bajêr kir
Şaredariya Gel a Holê dest bi qîrkirina rê û kolanên bajêr kir
Şaredariya Gel a Holê dest bi qîrkirina rê û kolanên bajêr kir
Şaredariya Gel a Holê dest bi qîrkirina rê û kolanên bajêr kir
20 cotmeh, 2025   17:22
HESEKÊ

Di çarçoveya xebatên 2025’an de, Şardariya bajarê Holê dest bi qîrkirina rêyan kiriye. Di plana şaredariyê de taxên bajêr û bi navendê ve girê bide, da ku bar li ser şêniyên ku zehmetiya rêyên axî di zivistanê de dikişandin, sivik bibin.

Xebata qîrkirinê li taxa rojava û rojhilat a bajarê Holê, li taxa rojava ya bajarokê Um Hucêra dest pê kir. Wê 3 hezar metre rê werin qîrkirin; 2 hezar metre li taxên bajarê Holê û hezar metre jî li taxa rojava a bajarokê Um Hucêra.

Girêdayî mijarê, endamê rêveberiya pîşeyî ya Şaredariya Gel a Holê Îbrahîm El Salim plansaziya şaredariyê ya 2026ˊan aşkera kir û got di planê de kolandina kanalîzasyon û jinûve sererastkirina tevahî rêyên di navbera taxên bajêr de heye.

Li gorî El Salih, armanc ji van xebatan ew e ku tevahî pirsgirêkên ku şênî zehmetiyên wan dikişînin çareser bikin û taxan bi navenda bajarê û kolanên sereke ve girê bidin.

Li ser daxwazên şêniyan û bi armanca sivikkirina zehmetiyên rûbirûyî wan tên bi taybet di zivistanê de, şaredariyê dest bi qîrkirina rêyan û sererastkirina kanalîsazyonê kiriye.

(ac/fr)

ANHA