Çavkaniyek dîplomasî: Tehran têkildarî şiyana parastinê danûstandinê nake

Çavkaniyek dîplomasî yê Îranê diyar kir ku Tehran der barê şiyanên xwe yên parastinê danûstandinê nake. Çakanî destnîşan kir ku lê Tehran li ser danûstandinên nukleerî yên tên çavrêkirin bi DYAˊyê re li Stenbolê bike ne xwedî helwesteke bedbîn an jî xweşbîn e.

Çavkaniyek dîplomasî: Tehran têkildarî şiyana parastinê danûstandinê nake
3 sibat, 2026   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek dîplomasî ya Îranê ragihand ku Tehran têkildarî danûstandinên roja înî li Stenbolê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bike "ne xweşbîn ne jî bedbîn e."

Çavkanî ji Ruetersê re got Îranê li ser şiyanên xwe yên parastinê danûstandinê nake.

Berpirsên Îranî û Amerîkayî duh (duşemê) ragihandibûn ku Îran û DYAˊyê wê roja înê ji nû ve danûstandinên li Tirkiyeyê bikin.

Wê nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Wittkof bi wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re li Stenbolê der barê jinûve danûstandinên nukleerî de bicive.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî li ser cezayên giran dabû, ger lihevkirin çênebû.

(fr)