Çavkaniyan çarenûsa fermandarê çekdarên Filistînê yên li Sûriyeyê aşkere kir

Çavkaniyên Filistînê destnîşan kir ku piraniya fermandarên komên çekdar ên girêdayî Îranê ji Şamê derketin. Ji bo ku çek ji kampên penaberên Filistînê yên li Lubnanê were kişandin jî Beyrût û Ramellayê li hev kir.

Çavkaniyan çarenûsa fermandarê çekdarên Filistînê yên li Sûriyeyê aşkere kir
23 gulan, 2025   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Filistînê ji ajansa France Press re got ku piraniya fermandarên komên çekdar ên Filistînê yên ku piştgirî ji Îranê û rejîma Beşar Esed digirtin, ji Sûriyeyê derketin.

Fermandarekî wan koman ku nexwest navê xwe aşkere bike got ku piraniya fermandaran berê xwe dan dewletên derdorê û çekên xwe bi temamî radestî desthilata nû ya Şamê kirin.

Çavkaniyeke din a Filistînê ji Şamê ev agahî teqez kirin.

Berî demekê hêzên Ewlekariya Giştî yên desthilata Şamê sekreterê "Eniya Gelêrî ya Rizgariya Filistînê - Fermandariya Giştî" Telal El Nacî binçav kir. Berî wê jî fermandarên tevgera "Cîhada Îslamî" Xalid Xalid û Ebû Elî Yasir binçav kirin.

Girêdayî wê, berpirsekî hikumeta Lubnanê da zanîn ku Lubnan û Filistînê li ser kişandina çekan ji kampên penaberên Filistînê di nîvê meha Hezîrana bê de, li hev kir.

Berpirs got ku pêkanîna lihevkirinê dê ji kampên Beyrûtê dest pê bike piştre derbasî kampên deverên din bibe û got ku ji bo pêkanîna lihevkirinê demek hatiye diyarkirin û rewşa aborî û civakî ya penaberan ê were başkirin.

(mh)