Carek din baregeha Eyn Esed hat hedef girtin

Balafira bê mirov êrişî baregeha Eyn Esed ya ku leşkerên Emerîkayê lê ne, hat kirin.

Carek din baregeha Eyn Esed hat hedef girtin
7 kanûn, 2023   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma bi navê Meqawemey Îslamiya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand şevê din wan carek din baregeha Eyn Esed ku leşkerên Emerîkayê lê dimînin, bi balafira bê mirov hedef girtine.

Têkildarî êrişê Meqawemey Îslamiya Iraqê daxuyaniyek nivîskî da, di daxuyaniyê de hat gotin, wan li dijî tawanên ku dijmin li Xezayê li dijî gelê Filistînê pêktîne, êriş kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava rojê de ew êrişa duyem bû li dijî wê baregehê pêkanîne.