Çapemeniya erebî der barê civîna awarte ya li Dohayê de nivîsî

Rojnameyên erebî bal kişand ser civîna awarte ya li Dohayê, piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Qeterê û serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê ya ji bo Îsraîlê.

Çapemeniya erebî der barê civîna awarte ya li Dohayê de nivîsî
15 îlon, 2025   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro der barê civîna awarte ya Erebî-Îslamî ya li Dohayê û êrişa Îsraîlê ya li ser Qeterê de nivîsîn.

‘JI ÊRIŞA LI EMANÊ HETA MÛŞEKÊN DOHAYÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewset êrişa Îsraîlê ya li ser Dohayê wek "mezintir û xeternaktir êrişa li Emanê" bi nav kir, ji ber ku bandora bûyerê ji rola navbeynkariyê ya Qeterê û têkiliyên wê yên stratejîk ên bi Washingtonê re derbas dike. Her wiha diyar kir ku civîna Erebî-Îslamî ya li Dohayê berpirsyariya astengkirina êrişên Îsraîlê dide ser milê civîna Dohayê.

Rojnameyê destnîşan kir ku giraniya siyasî û aborî ya welatên Kendavê îro ne wek, ya berê ye, ev yek di hewldana dîplomatîk a Erebistana Siûdî û Fransayê ta ji bo pejirandina ‘Daxuyaniya New Yorkê’ de diyar bû.

‘WASHINGTON BERSIVA CIVÎNA DOHAYÊ BI PIŞTGIRIYA ÎSRAÎLÊ DA’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser bandorên serdana wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio bo Îsraîlê nivîsî û destnîşan kir ku pêkhatina serdanê piştî zêdebûna êrişên leşkerî yên Îsraîlê li Xezayê û zêdebûna aloziyên herêmî, peyamên siyasî yên girîng dihewîne.

Li gorî rojnameyê, ev serdan tevî nerazîbûna serokê DYA’yê Donald Trump a ji êrişa li dijî rayedarên Hemasê li Dohayê, hêza hevpeymaniya DYA-Îsraîlê nîşan dide. Washington bi rêya wê dixwaze hewlwesta xwe ya li dijî tevgerên navneteweyî yên ji bo naskirina dewleteke Filistînê nîşan bide.

‘CIVÎNA AWARTE YA EREBÎ-ÎSLAMÎ: HÛN ÇI JI CIVÎNA DOHAYÊ HÊVÎ DIKIN?’

BBC`yê jî destnîşan kir ku mazûvaniya civîna awarte ya Erebî-Îslamî ji aliyê Qeterê ve di çarçoveya rola wê ya mezin a di qada dîplomatîk a herêmî de pêk hat. Dohayê ji bilî beşdariya di bidestxistina agirbestên mirovî li Xezayê de, roleke girîng di navbeynkariya têkildarî pirsgirêka Filistînê de lîstiye.

Niha bala her kesî li encamnameya civînê ye; ka gelo civîn dê biryar û tedbîrên şênber bide yan jî dê tenê pêşniyaran bike? Çavdêr dibêjin tenê lidarxistina lûtkeyeke bi vî rengî peyameke siyasî ya girîng dide ku pirsgirêka Filistînê dîsa derketiye pêş û bala raya giştî ya Erebî-Îslamî kişandiye.

(k)