‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku di civîna berfireh de ku duh li Hesekê pêk hatibû, danîna siyaseteke hevseng a bi hemû aliyan re û gelek xalên bingehîn hatin nîqaşkirin.

‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
‘Civîna MSD’ê ji bo diyarkirina siyasetên nû pêk hat ku li gorî pêvajoya heyî bin’
15 îlon, 2025   10:36
HESEKÊ

Duh (14 Îlon 2025) Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîneke berfireh li bajarê Hesekê li dar xist. Hevserok û endamên MSD’ê û nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana meclisê de beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî têkidarî civînê got: "Civîna berfireh a MSD’ê di sala 2023’yan de pêk hat. Di wê demê de rewş kompleks bû û siyaset diyarker bûn. Piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê û ’eniya berxwedanê’ wekî ku tê binavkirin û hevalbendê wê Rûsyayê, Sûriye derbasî qonaxa nû bû. Lewre pêdivî bi lêvegereke giştî ya xeta siyasî û rêxistinî derket holê.”

Mihemed Elî anî ziman ku li gel guhertinên nû ku li Sûriyeyê rû dane, pêdivî hebû ku siyasetên MSD’ê, rêziknameya wê, belgeya wê ya siyasî û nexşerêya wê careke din di ber çavan re were derbaskirin.

Mihemed Elî li ser girîngiya lidarxistina vê civînê wiha axivî: "Ji bo bicihanîna siyasetên nû ku li gorî merheleya heyî be û ji bo pêkanîna guhertinên pêwîst di diyarkirina siyasetên nû yên meclisê bi awayekî zelal û şefaf, pêdiviyeke lezgîn bi lidarxistina civîneke wiha hebû. Nemaze Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û bandorê li Sûriyeyê dike. Yanî li gorî vê siyasetan dê Rojhilata Navîn çawa be û dê wezîfeya me li Sûriyeya nû çi be?"

Mihemed Elî destnîşan kir ku danîna siyaseteke hevseng bi hemû aliyan re bêyî alîgirî û pejirandina rêbaza sêyemîn û çend xalên din ên sereke rojevên civînê bûn.

Mihemed Elî “xeta sêyemîn” wek çareseriya herî guncaw a serkeftî ya di vê qonaxê de nirxand û got: "Ji bo pêkanîna vê xetê jî stratejiyek bi Şamê re tê xwestin. Divê em li Şamê şirîk bin da ku em bikarin bandorê li siberoja welat bikin, ji ber ku Sûriye ji nû ve tê avakirin.”

Mihemed Elî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê peymana 10’ê Adarê were pêkanîn û Şam jî gavan di vî alî de biavêje. Elî anî ziman ku divê hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin serxistina peymanê û got: "Peyman dê bibe bingeha avakirina Sûriyeya nû ya ji bo tevahiya sûriyeyiyan."

Hesen Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de got: "Di vê civînê de me siyaseta xwe ji hêzên demokratîk ên li hundir re diyar kir da ku bikarin hevbendiyeka xwe berfireh bikin û bigihêjin eniyeke demokratîk li gelemperiya erdnîgariya Sûriyeyê û ji pêvajoya piştre re amade bin. Wek hêzên demokratîk û siyasî jî amade bin Sûriyeya nû bi rê ve bibin.”

) bb)