Çapemeniya erebî: Agirbesta li Lubnanê dirêj nake

Çapemeniya erebî ku di weşanên xwe de cih da agirbesta li Lubnanê diyar kir ku heya şerê Îsraîl û Hemas hebe û heya alozî bi temamî neyê çareserkirin wê agirbesta li Lubnanê dirêj neke.

Çapemeniya erebî: Agirbesta li Lubnanê dirêj nake
28 mijdar, 2024   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Sky News a Erebiye têkildarî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de nûçeyek bi sernavê "Çekdarên tundraw li Helebê êrişî artêşa Sûriyeyê kir" weşand.  Di nûçeyê de hat bi bîrxistin ku di şer de bi dehan kes ji her du aliyan ve hatin kuştin û birîndar bûn.

Torê bi bîr xist ku ji 2020`an ve an ku dema Rûsya ya ku piştgiriya Beşar El Esed dike û Tirkiyeyê ya ku piştgiriya komên çeteyan dike, li ser agirbestê li hev kir, ev "geşedan" yekemîn e.

Hate gotin, ev geşedan piştî hişyariyên Îsraîlê yên ji bo Sûriyeyê û piştî zêdebûna êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê, rû da.

Tora El Hura jî bi bîr xist ku rûdanên li bakur rojavayê Sûriyeyê, hemwextî nezelalbûna têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de û di navbera Tirkiye û hikumeta Şamê de, qewimîn.

Torê îşaret pê kir ku "Enqere û Şamê vê dawiyê ber bi diyalogê ve gav avêtin lê tiştek bi ser neket. Nemaze ku hikumeta Şamê ji bo destpêkirina diyalogê, vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê, şert daniye."

ˈAGIRBESTA LI LUBNANÊ NAYÊ WATEYÊ ŞER BI DAWÎ BÛYEˈ

Rojnameya El Ereb jî agirbesta li Lubnanê ya di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de nirxand. Li gorî rojnameyê, şîrovekarên ku şerê Îsraîlê û Hemasê wekî sedema bingehîn a şerên li herêmê pênase dikin, dibêjin eger alozî bi temamî neyên çareserkirin û şerê Îsraîl û Hemasê bi dawî nebe hingî wê agirbesta li Lubnanê dirêj neke.

Rojnameyê diyar kir ku agirbest ji bo Lubnanê xaleke girîng e û bandorê li aloziya li Rojhilata Navîn dike.

Her wiha destnîşan kir ku agirbesta ji bo demeke dirêj girêdayî aliyên têkildarî lihevkirinê ye ku bikarin aloziyên di nava xwe de çareser bikin û lihevkirinê bi ser bixin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Li gorî lêkolîneran, lihevkirin ji bo gelên her du welatan, ji bo hikumeta Lubnanê û Îsraîlê serkeftin e û ji bo Îran, Hizbullah û Hemasê binkeftin e. Ji bo Îsraîlê jî firsendek e da ku bikare ewlehiya ev çend salên li dû ketin, bi rêya pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmar 1701 bi dest bixe."

Li gorî rojnameya El Ereb a Londonê, heke lihevkirin bi ser keve, ev tê wateyê ku hêzên Lubnanê êdî nahêlin Hizbullah bi çek bibe. Ev dê hêza Hizbullahê ku êriş Îsraîlê bike, lawaz bike.

(şx/bb)