Xwenaskirin armanca sereke ya xwendina parêznameyên Rêber Apo ye

Her kesê ku parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne, wê fêr bibe ku divê di jiyana xwe ya civakî û pratîkî de çawa be, her wiha wê hewl bide bi têkilbûna yekser a bi civakê re û kûrkirina zêde ya di têgeha şaristandiya demokratîk de guhertinan çêke.

Xwenaskirin armanca sereke ya xwendina parêznameyên Rêber Apo ye
Xwenaskirin armanca sereke ya xwendina parêznameyên Rêber Apo ye
Xwenaskirin armanca sereke ya xwendina parêznameyên Rêber Apo ye
Xwenaskirin armanca sereke ya xwendina parêznameyên Rêber Apo ye
9 gulan, 2025   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Bi armanca pêşxistina asta fikrî ya karkeran û endamên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û rûniştandina nirxên neteweya demokratîk, şaredarî weke rêbazeke perwerdehiyê lidarxistina xelekên xwendinê didomîne.

Şaredarî kom ava kirin û her komekê ji tevahî beşên şaredariyê ji 25 endaman pêk tê û kom bi kom pirtûkan dixwînin, da ku bandorê li karê rojane ya şaredariyê jî neke.

Xelekên xwendina pirtûkan rojane ji saet 8'ê sibehê heta 3'yê piştî nîvro dest pê dikin û di navbera wan saetan de gelek îstîrahet hene.

Nûçegihanê ajansa me xelekeke xwendina parêznameya 4'an a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" a bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk" şopand.

Beşdaranî bi piranî li ser mijarên sereke; weke pirsgirêka şaristanî û ekolojiyê, çîna hiyararşî, exlaq û polîtîka û jin di civaka Rojhilata Navîn de nîqaş kirin.

Li kêlek wê jî, çavdêrên perwerdeyê bal kişand ser dîroka şaristaniyê di Rojhilata Navîn de ya li gorî şîroveya Rêber Abdullah Ocalan têgeha şoreşê û vejandina civaka exlaqî, siyasî û demokratîk.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şaredariya Gel Osman Piling ji ajansa me re diyar kir ku armanca sereke ya vê perwerdeyê ew e ku kesên beşdar xwe nas bikin, piştre civakê bi giştî nas bikin û hişmendî werin guhartin.

Osman destnîşan kir ku pêwîstî bi naskirina rastiya dîroka mirovahiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe yên "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk " de behsê dike, heye, da ku nasname were parastin û li hember siyasetên rejîmên kapîtalîst di serî de siyaseta guhartina demografîk, were sekinandin.

Di dawiya axaftina xwe de Osman got têgîna "şaristaniya demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye heta asteke mezin di sîstema Şaredariya Gel de tê meşandin, ji ber ku şaredarî jî saziyeke sereke ya di heman mijarê de ye û got: "Ji bo wê jî bi rêya zêdekirina perwerdeyan divê ew têgîn baş û rast were naskirin."

Wê komîte xelekên xwe yên li ser parêznameya 4'an heta tevahî endam tev lê dibînê bidomîne û piştre dest bi parêznameya dawîn a 5'an bike.

(mh/fr)

ANHA