Jinên çalakvan: Hevpeymana Civakî nexşerêya Sûriyeyeke demokratîk xêz dike

Jinên çalakvan got Hevpeymana Civakî vebijêrka herî guncaw e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser bingeha dadmendî û wekheviyê ye û rola jinan di hemû qadan de mîsoger dike.

Jinên çalakvan: Hevpeymana Civakî nexşerêya Sûriyeyeke demokratîk xêz dike
14 nîsan, 2025   05:15
REQA
DÎMA MIHEMED

Di demekê de ku gelê Sûriyeyê hewl dide Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bike, mijara awayê herî guncaw a sîstema destûrî ya siberojê tê gotûbêjkirin. Bi taybet du vebijêrk li holê hene; Danezana Destûrî ya desthilata Şamê û ya din jî Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hevpeymana Civakî modeleke demokratîk e ku ji vîna civakên li herêmê dijîn, temsîl dike. Ev hevpeyman belgeyeke lihevkirinê ye ku prensîbên dadmendî, wekhevî û nenavendîbûnê nîşan dide û nûnertiya jinan a bibandor a ji sedî 50 di hemû qadên siyasî, rêveberiyê, aborî û heta parastinê de diçesipîne.

Jinan nêrînên xwe yên li ser cudahiya di navbera Danezana Destûrî û Hevpeymana Civakî de anîn ziman.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Erîc Qadro got Hevpeymana Civakî çareseriya herî guncaw e ji bo destûreke demokratîk a berfireh, ji ber ku pirsgirêkên civakê, bi taybet pirsgirêkên jinan, çareser dike. Lê di Danezana Destûrî de mafên jinan paşguh kirine û tevlêbûna jinan tê astengkirin.

Endama heman meclisê Nahid Nahas jî got: "Hevpeymana Civakî ji îradeya azad derketiye û prensîbên dadmendî, wekhevî û nenavendîbûnê dihewîne, lê di Danezana Destûrî de nûnertiya dadmend nîn e û bi awayekî aşkera dengê jinan ji holê radike.”

Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê El Kesrat, Delal El Mûsa jî got: "Danezana Destûrî ya desthilata Şamê nûnertiya hemû pêkhateyan nake û jin bi awayekî aşkera li derve hiştine. Lê Hevpeymana Civakî mafên jinan dide ku jin bi awayekî çalak di hemû qadên jiyanê de beşdar bibin.”

Her wiha endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya El Elî Danezana Destûrî wek "belgeyeke nedadperwer" ku jin û komên din ên civakî biçûk dixe, nirxand. Asyayê her wiha pesnê Hevpeymana Civakî da û ew wek "hevpeymaneke berfireh ku rêzê li mafên her kesî digire" nirxand.

(k)

ANHA