Çalakvanên Bendava Tişrînê: Ji bo Rojava serî hildin

Bi dirûşma ’’RISEUP 4 ROJAVA’’ (Ji bo Rojava serî hildin) gelê kantona Cizîrê li Bendava Tişrînê çalakiyek li dar xist. Çalakgeran diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrişan li ber xwe bidin.

Çalakvanên Bendava Tişrînê: Ji bo Rojava serî hildin
6 adar, 2025   14:36
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê dar xistine.

Çalakî bi koma xelkê ji Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa dewam dike.

Nobedarên bendavê pankarta "PISE UP 4 ROJAVA" an ku ji bo Rojava serî hildin vekirin.

Çalakgeran diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrişan li ber xwe bidin

(bb)

ANHA