Ji bo 3 pakrewanan merasîmek hat lidarxistin

Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Elî El Ehmed bi merasîmekê hat oxirkirin, şehîd Mihemed El Taha û Nasir Xelîfe jî hatin bibîranîn.

6 adar, 2025   13:57
TEBQA

Cenazeyê şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad ên QSD’ê Elî El Ehmed ê 3’ê Adarê li kantona Tebqayê şehîd bibû bi merasîmek hat veşartin. Ji bo şervanên Cebhet El Ekrad Mihemed El Taha û Nasir Xelîfe yên 8’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûb merasîma xiyabî hat lidarxistin. Merasîm bi amadebûna bi sedan şêniyên Tebqayê, koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê, endam û rêveberên meclis û desteyên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Tebqayê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD’ê dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Mihemed El Elî axivî. Mihemd piştî sersaxî da malbatên şehîdan got: "Şehîd Mihemed di şerê li hemberî zilmê de tu carî tawazî nedida, zilma çeteyan a li ser gelê xwe qebûl nekir û di vê rêyê de li Minbicê şehîd bû. Şehîd Nasir û şehîd Elî El Ehmed jî ji destpêka avabûnê ve li herêmên Şehbayê cihên xwe di nava refên hêzên me de girt û beşdarî hemû pêngavên li dijî teror û çeteyan bûn."

Mihemed El Elî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Her şehadetek hêz û baweriya me zêdetir dike. Ji vî cihê pîroz em doz didin hemû şehîdên xwe û dayikên wan ku em ê heya dilopa dawîn a xwîna xwe şopdarên rêya wan bin."

Di merasîmê de endama Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ranya Bîtar sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha li axaftina xwe zêde kir "Bê guman her şehadetek ji bo gelê me yê berxwedêr windahiyek e, lê îsrara me ya domandina rêya şehîdan zêdetir dike.

Serokê Weqfa Al El Beyet a kantona Tebqayê Ednan Îlwê bal kişand ser nirxên şehîdan di olan de û diyar kir ku şehadet rêya serkeftinê ye.

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Elî El Ehmed bi dirûşme û tilîliyên dayikan spart axê.

(bb)

ANHA