Çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Zap û Metînayê de, leşkerekî Tirk hate kuştin, mobesseyek hate îmhakirin û derb li çeperekî hate xistin.

Çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên dagirkeriyê didomin
22 tîrmeh 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Li herêma Metînayê;

20’ê Tîrmehê di saet 11.35’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ber bi pêş ve biçin, hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

21’ê Tîrmehê di saet 07.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkê hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

20’ê Tîrmehê di saet 10.45’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

20’ê Tîrmehê di saet 15.30 û 15.46’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û derb li çeperekî hate xistin.

22’yê Tîrmehê di saet 06.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

21’ê Tîrmehê di saet 13.25’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

21’ê Tîrmehê di saet 13.30’an de dema ku ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

21’ê Tîrmehê di saet 21.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin nav liv û tevgerê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

20’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

21’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker, pêk anîn;

20 û 21’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Goşînê û Kendekola yên herêma Xakurkê 3 caran, qadên Deşta Kafya, Gûzê û Heftebax ên herêma Garê 9 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Şêlazê yên herêma Metînayê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qadên Berdespî û Berdesorê yên herêma Hecîumran 5 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

20 û 21’ê Tîrmehê qada Girê Şekîf a herêma Xakurkê û qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.”