Balafirên şer gundek Amêdiyê bombebaran kirin
Balafirên şer çiyayê Metîna û derdora sînorê gundê Guherzê ya Amêdiyê bombebaran kir. Ziyanek mezin gihişt mal û milkên welatiyan.

Li gorî agahiyên Roj News’ê , danê siharê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna û derdora sînorê gundê Guherzê ya girêdayê Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirine.
Li gorî heman agahiyan êriş demek dirêj dewam kiriye û ziyanek mezin gihiştiye mal û milkê welatiyan.