Çalakiyên bîranîna şehîd Yekta Herekol bi dawî bûn

Çalakiyên bibîranîna şanoger şehîd Yekta Herekol ên ku Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya li dar xistibûn, bi lîstikên şanoyê bi dawî bûn.

28 adar 2024   19:49
QAMIŞLO

Duh bi boneya Roja Şano ya Cîhanê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo çalakî li dar xistin.

Îro di roja dawîn de çalakî bi beşdariyeke mezin a hunermend, rewşenbîr, şanohez, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo bi dawî bûn.

Di roja duyemîn de 4 lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin.

Lîstika "Hevjiyana Azad" a koma şehîd Hêvî û bi derhêneriya Xelîl Tehlo. Lîstika "Cotyar Şano" a koma Qidûrbeg ji derhêneriya Fewaz Mehmûd. Lîstika "Em an Ez" a koma Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê bi nivîsandina Simko Cûdî û derhêneriya Dilcan Oso. Lîstika "Piromatoyos Zincîrkirî" ya koma Şanoya Çiya ji derhênerî û nivîsandina Agîn Ronî.

Di dawiya çalakiyê de derhêner û çêker Fewaz Mehmûd hat xelatkirin.

(mh)

ANHA