Di operasyona HATˊê de: 2 DAIŞˊî hatin kuştin

Di operasyona hêzên HATˊê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çiyayê Kizwanê yê gundewarê Hesekê de 2 çeteyên DAIŞˊê hatin kuştin û 2 jî hatin girtin.

Di operasyona HATˊê de: 2 DAIŞˊî hatin kuştin
28 adar, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî şopandina fireh û komkirina agahiyan der barê tevgerên şaneyên terorîst de hêzên wan agahiyên piştrast li ser êrişên terorîst ku rêxistina DAIŞˊê hewl dide bi rêya endamên xwe yên xwekuj li Hesekê pêk bîne, bi dest xistin. Ew çete ji herêmên Idlibê yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de anîne.

Her wiha hêzan cihên veşartina wan çeteyan nas kirin. Wan xwe li mêvanxaneyeke taybet a rêxistina DAIŞˊê li herêmeke bilind a çiyayê Ebdulezîz veşartibû.

Navenda ragihandinê diyar kir ku HATˊê îro bi ser cihê wan de girt, çeteyan gule avêtin. Di encamê de pevçûn çêbû. Bi wê re çeteyek neçar ma xwe biteqîne û yek din jî di pevçûnê de hate kuştin. Her wiha hêzan 2 çeteyên din jî girtin û li gel wan çek dîtin.

Li gorî navendê çekên hatin desteserkirin ev in; 2 klaşînkov, 11 cercorên klaşînkov, 7 dabance û tivingek.

(fr)