Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê semînerekek li dar xist. Di semînerê de jinan banga xurtkirina xebatên ji bo bidestxistina mafên jinan û bilindkirina rola wan a di nava civakê de kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li dar xist
26 sibat, 2025   15:46
REQA

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Reqayê semînerek der barê rola jinan a li Sûriyeyê de li dar xist û bi dehan jin û endamên kombûnê tê de amade bûn.

Di semînerê de rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Asinat Mihemed li ser dîroka têkoşîna jinan a li cîhanê û herêmê axivî û diyar kir ku jinan li hin welatan kariye destkeftiyan bi dest bixe, lê li Sûriyeyê hîna jî bi dijwariyên mezin re rû bi rû ne.

Asinat Mihemed bal kişand ser paşguhkirina jinan a di dema rejîma Baasê de û diyar kir ku desthilatdarên wê demê hin jin tenê ji bo xapandinê li pêşberî cîhanê bi kar anîn lê mafên wan ên rasteqîn radest nekirin.

Asinat Mihemed diyar kir ku daxuyaniyên desthilata Şamê yên der barê jinan de, bi rastiyê re li hev nayên, ji ber ku binpêkirin û dûrxistina sîstematîk li ser jinan berdewam e. Her wiha destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûne sedema şikandina zîhniyeta zilamên desthilatdar û piştgiriya jinan kiriye ku ev yek bûye sedema destkeftiyên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Asînat Mihemed destnîşan kir ku çalakiyên 8'ê Adarê ji niha ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirine û ev yek nîşan dide ku têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina armancên şoreşa jinan berdewam dike.

(k)