Buhayên sotemeniyê li Sûriyeyê dîsa zêde bûn

Îro biryarnameyeke nû têkildarî buhayên sotemeniyê derket û buhayên benzîn û mazotê hatin bilindkirin, di heman demê de buhayên gaza malan û pîşesaziyê jî hinekî kêm bûn.

Buhayên sotemeniyê li Sûriyeyê dîsa zêde bûn
24 tîrmeh, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Buhayên Berhemên Petrolê ya hikumeta demkî îro biryarnameyeke nû ji bo buhayên sotemeniyê li Sûriyeyê weşand. Li gorî wê buhayên hin cureyên sotemeniyan bilind bûn.

Li gorî biryarnameyê buhayê lîtreyeke benzîna ​​95 oktan ji 147 lîreyan bû 149 lîreyên Sûriyeyê û ya benzîna ​​90 oktan ji 142 lîreyan bû 145 lîre. Buhayê lîtreyeke mazotê jî ji 120 lîreyan derket 121 lîreyî.

Di heman demê de, buhayê gaza malan ji 1500 lîreyî daket 1470 lîreyî û ya gaza pîşesaziyê ji 2400 lîreyî daket 2350 lîreyî.

(k)

ANHA