Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir

Konferansa Sînemaya Rojava bi beşdariya bi dehan sînemagerên ji seranserê Sûriyeyê, li Qamişloyê dest pê kir.

Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir
Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir
Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir
Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir
Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir
Konferansa sînemayê li Qamişloyê dest pê kir
24 tîrmeh, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê Qamişlo Konferansa Sînemaya Rojava tê lidarxistin. Konferans ku li Xwaringeha El Burc bi rê ve diçe, dê rewşa heyî ya sînemayê û perspektîfên pêşveçûna wê gotûbêj bike.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê komîteya amadekar a konferansê Diyar Hiso axivî û şehîdên ku di qada hunerê de bi roleke girîng rabûne wekî şehîd Xelîl Dag û Yilmaz Guney, bi bîr anîn.

Diyar Haso her wiha gavên ku beriya konferansê hatine avêtin û pirsgirêkên ku qada sînemayê li herêmê pê re rû bi rû ye, nirxandin û destnîşan kir ku "girîngiya vê konferansê ew e ku dê siberoja sînemayê li herêmê û rêbazên baştirkirina aliyên wê yên erênî gotûbêj bike."

Konferansa dê 3 rojan dewam bike û tê payîn ku der barê siberoja sînemayê li Rojava de biryarên girîng bêne dayîn û ji bo pêşxistina sînemayê di qonaxa pêş de, plana xebatê were aşkerakirin.

(k)

ANHA