Biryara têkildarî cilên avjeniyê li Sûriyeyê û hilbijartinên li Misrê mijarên rojnameyan in

Şert û mercên lixwekirina cil û bergên avjeniyê li peravên deryayê yên Sûriyeyê bû cihê gengeşeyê. Li Misirê partiyên siyasî ji bo amadekariyên hilbijartinên parlementoyê dest bi lihevkirinan kir.

Biryara têkildarî cilên avjeniyê li Sûriyeyê û hilbijartinên li Misrê mijarên rojnameyan in
11 hezîran, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro cih da bertekên raya giştî ya Sûriyeyê yên têkildarî biryarên nû yên Wezareta Turîzmê yên der barê  şert û mercên lixwekirina cil û bergên avjeniyê li peravên deryayê û hewzên avê yên giştî û tevgerên partiyên Misirê ji bo amadekariyên hilbijartinên parlamentoyê.

‘BIRYARÊN TUND LI SER PERAVAN: PÊWÎST E JINÊN SÛRIYEYÊ BURKINÎ LI XWE BIKIN’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, li ser bertekên raya giştî ya Sûriyeyê yên li ser biryrên nû yên Wezareta Turîzmê ya ji bo şert û mercên lixwekirina cil û bergên li peravên deryayê û hewzên giştî nivîsî.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev biryar bû sedema gengeşeyên cuda, hin kesan wan biryaran wek parastina kevneşopên civakî dinirxînin, hin jî dijberî biryarê ne û ew wek sînordarkirina azadiyên kesane nirxand.

Wezareta Turîzmê li ser platformên xwe yên fermî biryarek weşand û tê de daxwaz ji geştyaran û ziyaretvanan kir ku "Cil û bergên avjeniyê yên guncav ku nêrîna gel û hestên beşên cur bi cur ên civakê li ber çavan digire, li xwe bikin.”

Rojnameya El Ereb bertekên cihêreng li ser medyaya civakî şopandin ku kesan piştgirî da biryarê, ew wekî rêzgirtina ji kevneşopên civakê nirxand, hinên din jî ew wekî "sînordarkirin azadiyên kesane" nirxand.

‘MISIR: PARTÎ BER BI TIFAQÊN HILBIJRATINAN VE DIÇIN’

Li Misirê tevgerên çalak di nava partiyên siyasî de çêdibin ji bo pêkanîna hevbendiyên hilbijartinê, ji bo amadekariyên hilbijartinên parlemantoyê yên ku dê di dawiya vê salê de bêne lidarxistin.

Li gorî rojnameyê, di navbera partiyên hikumetê û partiyên opozîsyonê de şêwir tên kirin, ji bo avakirina lîsteyên yekgirtî, da ku derfetên xwe yên hilbijartinê zêde bikin. Ji ber ku li welêt rewşa siyasî aloz e û lêçûnên kampanyayên hilbijartinê jî zêde ye.

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartin dê bibin ceribandinek ka hemahengiya di navbera hêzên siyasî yên cuda de heta çi astê ye.

‘HILWEŞÎNA NETANYAHU DÊ LI XEZAYÊ DERÎ LI PEYMANEKE AŞTIYÊ VEKE’

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku berdewamiya berxwedanê li Xezayê, tevî kêmbûna derfetên leşkerî, li hember maşîna şer a Israîlê "mûcîzeyekê" nîşan dide. Her wiha nivîsî ku berxwedan bûye gefek li ser berdewamiya desthilatdariya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dike.

Rojnameyê diyar dike ku hêzên berxwedanê cebilxaneyên Îsraîlî yên neteqiyayî û hin hesinên din ji bo çêkirina çekên bikar tînin, ev yek tecrubeyên bi vî rengî li Fransa li dijî Naziyan, Viyetnam li dijî Amerîkiyan, Amerîkaya Latîn li dijî rejîmên leşkerî û Cezayîr li dijî kolonyalîzma Fransî tîne bira mirov.

(k)