Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê qanûna efûya giştî ya sûcan erê kir û biryar ket meryetê.

Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
Biryara efûya giştî li kantona Cizîrê ket meryetê
12 kanûn, 2024   17:56
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê rûniştina xwe ya awarte ya 16'emîn li hola Desteya Perwerdeyê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di rûniştinê de hevseroketiya Meclsia Gelan a Demokratîk Hîkmet Hebîb û Ariya Mela Ehmed, endamên Meclisa Gelan a Demokratîk, hiqûqnas û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Beşdaran biryara 13'an a sala 2024'an a efûya giştî ya bi boneya ketina rejîmê û bidawîbûna zordariya li Sûriyeyê, nîqaş kir.

Di encama nîqaşan de Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonan Cizîrê biryara efûya giştî ya sûcên berî 8'ê Kanûna 2024'an ku ji 6 madeyan pêk tê, erê kir û da:

Di biryara efûyê de 6 made hene:

Madeya (1):

a-Ji bo tevahî cezayê binpêkirinan.

b-Ji bo tevahî cezayê sûcan.

Madeya (2):

a-Cezayê hetahetayî ji bo 15 salan tê kêmkirin.

b-Ji bo nîvê cezayê demkî yê sûcên bazirganî û çandina hişbirê.

c-Ji bo tevahî cezayên demkî yên sûcên din de

d-Ji bo tevahî cezayê muebedê û demkî yên têkildarî kesên xwedî nexweşên giran.

h-Ji bo cezayê demkî ya der barê kesê 70 sal temam kiriye.

Madeya (3):

Ji biryara efûyê ev tên dûrxistin.

a-Sûcên terorê yên li gorî biryara (7) a sala 2021'an.

b-Sûcên li dijî armancên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di madeyên 131 heta 148 ji qanûna cezayan a (2) a sala 2023'yan de hene.

c-Sûcên tecawizkirina cinsî û kiryarên derexlaqî û tecawizkirina cinsî li dijî zarokan.

b-Sûcên bazirganiya mirovan û organên laşên mirovî.

d-Kesên ji edaletê reviyane ji efûyê bê par in. Lê ger li herêmên Rêveberiya Xweser bin divê di nava 60 rojî de û ger li derveyî herêmê bin divê di nava 90 rojî de xwe radest bikin û ji efûyê tên efûkirin.

Madeya(4):

Bi berçavgirtina madeyên (1) û (2) divê ji vê biryarê sûd were girtin:

a-Girtî ji vê biryarê sûd wernagere heta pereyên lê hatine birîn dide yan jî dixe sendoqa Desteya Rêveber a Dîwana Edaleta Civakî yan jî berdêleke milkiyetê ya guncaw bide.

b-Di giliyan de kesê lê doz hatiye vekirin de ji vê biryarê sûd wernagire heta mafê takakesî tê betalkirin an jî pere dide yan jî eqarî be.

c-Divê di sûcên qetilkirinê de mafê takakesî were betalkirin.

h-Divê mafê takakesê ya sûcên dizîna bi tundiyê were betalkirin.

Madeya (5):

a-Dozgeriya Giştî komîteyeke tenduristiyê ji bo sûcdarên ku sûd ji madeya (2) wergirtine, ava dike. Ew jî li gorî daxwazeke fermî ji aliyê parêzer ve di heyama 30 rojan de.

b-Raporên komîteya tenduristî ji aliyê Dozgeriya Giştî ve tên erêkirin.

Madeya (6):

Ev biryar ji dema dayîna wê de ji hêla Meclisa Gelan a kantona Cizîrê ve dikeve partîkê.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê Ariya Mihemed destnîşan kir ku ji dema dayîna biryarê de ew dikeve pratîkê û ji îro ve dîwanên edaletê dê dest bi lêkolîna li ser daxwazan bikin û dê lîsteyên sûd ji efûyê yên Meclisa Gelan wergirtine werin şandin.

(mh/fr)

ANHA