Meclisa Gelan a Reqayê lîsteya cezayên efûyê digire nava xwe aşkera kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê di civîneke yasayî de ku li hola meclisê hatiye lidarxistin lîsteya cezayên efûyê aşkera kir.

Meclisa Gelan a Reqayê lîsteya cezayên efûyê digire nava xwe aşkera kir
12 kanûn, 2024   17:20
REQA

Meclisa Gelan a Demokratî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10ˋê Kanûnê de meclisên gelan ên li kantonan erkdar kir ku lîsteya efûyê derxe. lîste der barê cezayên beriya 8.12.2024ˋan de hatine kirin. 

Der barê vê biryarê de Meclisa Gelan a kantona Reqayê civîneke awarte li dar xistin. Di dawiya civînê de li gorî madeya 1 efû hat derxistin û wiha ye:

a-Ji bo tevahî cezayê ku azadiya binpêkirinan sînordar dike.

b-Ji bo tevahî cezayê girtîgehê ya ji bo  sûcan.

Madeya (2):

Di sûcan de:

a-Ji bo tevahî cezayê sînordarkirina azadiya muebed û demkî.

Madeya (3):

Ji bo tevahî bac û pabendiyên darayê yên sûc, binpêkirinan.

Madeya (4):

Li gorî qanûnê ev ji efûyê tên dûrxistin:

a-Sûcên terorê yên li gorî qanûna jimareya (7) ya sala 2021ˋê û guhertinên wê.

(fr)

ANHA