Eşîrên Hesekê: Em li dijî fitneyê ne û li pişta QSDˋê ne

Di civîneke eşîr û pêkhateyên herêmê de beşdaran diyar kir ku çare di diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî de ye. Beşdaran piştgiriya xwe ji QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re nîşan da û got ew li dijî xîtaba nefretê û fitneyê ya li dijî herêmê ne.

12 kanûn, 2024   18:20
HESEKÊ

Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê civîneke berfireh bi şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb re, bi kesayetên navdar ên ji pêkhateyên herêmê re li dar xist û pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê nîqaş kirin.

Destpêkê dîwana birêvebirina civînê ji koordînatorê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hember Hesen, rêveberê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Ekrem Mehşoş, rêveberê Têkiliyan a QSDˋê ya kantona Cizîrê Alan Hisên, rêveberê Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê Enwer Elî hat avakirin.

Di civînê de behsa pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşeroja gelê wê hat kirin.

Di axaftinan de hat gotin qonaxa bê êdî qonaxa diyaloga navnxweyî ya Sûriyeyiyan e û teqezî bi hevgirtina civakî, xurtkirina eniya hundirîn hat kirin.

Her wiha bal li ser herêmên tê de QSDˋê ne hat kişand ku ew xwedî taybetmendî ne ku qonaxa bê were derbaskirin. Divê hemû hevgirtî bin û ji bo berjewendiya gelên herêmê bixebitin û li hember xîtaba nefretê bisekinin û hişyariyê di nava ciwanên li herêmê de belav bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê nîqaşê li pêş beşdaran vebû. Di nîqaşan de rûspiyên eşîr, şêx û pêkhateyên herêmê diyar kir ku hevgirtina civakî, şerkirina xîtaba nefretê û diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bingeha avakirina Sûriyeyeke nû ye ku mafên pêkhateyên hermê werin parastin.

Beşdaran di nîqaşên xwe de piştgirî da QSDˋê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ew hêza ku herêm û gelê wê parastibû, her wiha piştgiriyê didin hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser.

(fr)

ANHA