Birîndarên Tişrînê kêliyên hedefgirtinê vedibêjin: Em bendavê bernadin

Welatiyên di êrişa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bendava Tişrînê birîndar bûne de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wan yekser hedef digire û ev êriş vîna wan lawaz nakin û wê ji bo parastinê li bendavê bimînin.

Birîndarên Tişrînê kêliyên hedefgirtinê vedibêjin: Em bendavê bernadin
Birîndarên Tişrînê kêliyên hedefgirtinê vedibêjin: Em bendavê bernadin
Birîndarên Tişrînê kêliyên hedefgirtinê vedibêjin: Em bendavê bernadin
25 ÇILE, 2025   22:46
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan xwepêşandêrên li Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê bi balafireke bêmirov bombebaran kiribû, di encamê de gelek welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.

Welatiyekê di serê xwe de parçe xwaribû got dewleta Tirk a dagirker ew yekser bombebaran kir û wiha domand: "Em sivîl in, Erdogan çi ji me dixwaze?"

Birîndarekî din jî got: "Em terka bendavê nakin, ev xaka me ye. Berxwedan jiyan e û em ê li kêlek zarokên xwe yên şervanên QSDˋê bisekinin."

Piştî danê nîvro, ji bo nîşandana dijberiya xwe li hember êrişan û parastina bendavê, karwaneke ji sedan welatiyan ji Kobanê gihîşt Bendava Tişrînê.

Ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û nîşandana dijberiya xwe li dijî van êrişan, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bendavê ne.

(fr)

ANHA