ANHAˋyê navên birîndarên Bendava Tişrînê bi dest xistin

Di êrişa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê li Bendava Tişrînê de gelek sivîl birîndar bûn.

ANHAˋyê navên birîndarên Bendava Tişrînê bi dest xistin
25 ÇILE, 2025   22:44
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker piştî danê nîvro êrişî xwepêşandêrên li ser Bendava Tişrînê kir.

Li gorî nûçegihana me ku agahî ji ser bendavê dane, di êrişê de gelek sivîl birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên Reqa, Tebqa û Kobanê.

Nûçegihan diyar kir ku navên 21 sivîlên di êrişê de birîndar bûne wiha ne:

Mehmûd Mihemed Ebdî, Hisên Ehmed, Ciwan Marûf, Lezgîn Mistefa, Yasîn Şiwêş, Nûrşan Efrîn, Umran, Herekol Qamişlo, Munîr, Îmad Dawûd Mihemed, Elî Kamil Muslim, Ehmed Temo, Mistefa Mihemed Osman, Xalid Mihemed Ebdî, Îsmaîl Hisên Dayan, Mihemed Mihemed Şahîn, Welîd Mihemed Hisên, Delîl Mistefa Ehmed, Sebah Xelîl, Hîlal El Omer, Usama Xelef Elî.

(fr)