Li Bendava Tişrînê salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin

Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞˋê, gelê li ser Bendava Tişrînê çalakiya pîrozbahiyê li dar xist.

Li Bendava Tişrînê salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Li Bendava Tişrînê salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Li Bendava Tişrînê salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
25 ÇILE, 2025   22:48
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Sibe, 26ˋê Çileyê, salvegera rizgarkirina Kobanê ye. Kobanê di 26ˋê Çileyê de ji çeteyên DAIŞˋê piştî berxwedan û şerekî 134 rojan dewam kir, rizgar bû.

Welatiyên ku ji bo parastina bendavê û nîşandanda dijberiya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê ne, bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê li bendavê çalakiyek li dar xist.

Nûçegihana me ji bendavê dîmen û wêneyên welatiyan kişandin.

(fr)