Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir

Li bajarê Qamişlo yê Cizîrê bîranîna 26 gerîllayên YJA-STAR û HPG’ê yên ji bajarên Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê tên bîranîn. Gelê herêma Cizîrê dikerikin stadyûmê.

Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
Bîranîna 26 gerîllayan dest pê kir
14 cotmeh, 2026   10:58
QAMIŞLO

26 gerîllyên YJA-STAR û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên li bajarê Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs tên bîranîn. Bîranîn li Stadyûma Heysem Kiço ya li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Gelê herêma Cizîrê bi alên PKK’ê, KCK’ê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Berxwedan Jiyan e” hatin qadê. Her wiha rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên civakî, kesayetên oldar tên hatine qadê. 

Li stadyûnê kon hatine danîn û di bin konan de, bawername û wêneyên 26 şehîdan hatine danîn. Her wiha dikeya merasîmê bi alên kesk,sor û zer, wêneyên şehîdan û wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hatiye xemilandin. Li ber wêneyên şehîdan gulên sor hatine danîn.

Navê gerîllayên ku di navbera salên 2009-2025’an de li Qadên Parastina Medyayê şehîd bûne wina ne; Samî Ferhan Hisên (Agir Qamişlo), Rahaf Xelef Saleh (Zîlan Tirbespiyê), Nesrîn Heci Elî (Zinarîn Gabar) Elî Hesen Îsif (Zana Çiya), Raman Heyder (Xemgîn Şervan), Evdilkerim El Elî (Tolhildan Zîlan), Hêvîdar Omer (Vejîn Qamişlo), Safa Mihemed Xêr Kasim (Sila Qamişlo), Abîd Hisên (Reşo Til Hemîs), Henîfe Zekiya (Rojda Zekerî), Seer Ehmed Osman (Reşîd Qendîl), Welîd Brahîm (Jîr Qamişlo), Yusif Evdilkerîm Îsa (Hawar Soro), Batta Şêxmûs (Gulbahar Botan), Zana Xalid Hesen (Diyar Xerîb), Aya Ramadan (Gulbahar Tolhildan), Ekrem Welîd Elî Resûl (Diyar Qamişlo), Rewan Hisên (Cûdî Qamişlo), Welîd Xelîl (Canpolat Heleb), Şiyar Brahîm Hanûn (Ciwan Kato), Hadî Şahîn (Berxwedan Qamişlo), Kenda Nadir (Berçem Zîlan), Hêzil Hisên (Bêrîtan Zagros), Hesen Mihemed Osman (Baran Qamişlo), Brahîm Veyîs (Bargiran Qamişlo), Egîd Hesen (Bahoz Cîlo).

(bî)

ANHA