Biradost Mîtanî: Naskirina zimanê kurdî mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk e

Nivîskar û dîroknas Biradost Mîtanî anî ziman ku naskirina zimanê kurdî ne tenê gaveke çandî ye, lê naskirineke destûrî û siyasî ya hebûna gelê Kurd û mafên wê yên neteweyî yên rewa ye. Mîtanî destnîşan kir ku her destûreke mafên zimanê kurdî mîsoger neke ne adilane ye û dê tevkariyeke rasteqîne di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de pêk neyne.

Biradost Mîtanî: Naskirina zimanê kurdî mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk e
28 gulan, 2026   03:20
QAMIŞLO
KÎNAN El SEYID

Li gel nîqaşên domdar ên li ser şêweyên dewleta nû ya Sûriyeyê û siberoja pêkhateyên wê, bandorên naskirina zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de, dewam dikin.

Der barê mijarê de nivîskar û dîroknasê Kurd Biradost Mîtanî ji ajansa me re axivî.

Mîtanî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd xwedî dîrokeke kevnar e li Sûriyeyê û beşek ji avakirina civaka nû ya Sûriyeyê ye, lewre divê hikumeta demkî û hêzên siyasî zimanê kurdî bipejirînin.

Mîtanî destnîşan kir ku gel bi zimanê xwe tê nasîn, dema ku zimanê gelekê neyê naskirin, hingî hebûn, çand û nasnameya wî gelê nayê naskirin, gelê Kurd jî ku gelekî kevinar e ku sedên salan ve li ser axa xwe ya dîrokî de dijî.

Biradost Mîtanî îşaret bi vê yekê kir ku gavên sembolîk êdî têrê nakin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê gavên pratîkî yên diyar di destûra Sûriyeyê de werin avêtin. Divê zimanê kurdî ligel zimanê erebî bibe zimanekî fermî û di saziyên hikumetê, zanîngeh, dibistan û dezgehên ragihandinê de were biparanîn. Perwerdeya bi zimanê kurdî di çend saetên sînordar di hefteyekê de hêvî û daxwazên gelê Kurd bi cih nayîne. Ziman mafekî çandî û mirovî ye, divê ziman bi tevahî di qonaxên dibistanê û perwerdeyê de hebe."

Biradost Mîtanî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku naskirina zimanê kurdî naskirina çand û hebûna Kurdan e û bi bîr xist ku gelê Kurd di salên dawîn de di şerê li dijî terorê de bedelên giran dane, mafê wê ye ku di Sûriyeyê de fermî were naskirin.

Mîtanî bal kişan ser berxwedana YPG, YPJ û QSD‘ê ya şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û  anî ziman ku berdêlên ku şervanan dane divê bi rêya garantîkirina mafên destûrî û çandî yên hemû pêkhateyan, bi taybet gelê Kurd, werin nîşandan.

Mîtanî her wiha bi bîr xist ku zimanê kurdî bi dehan salan li Sûriyeyê hatibû qedexekirin, bi hezaran Kurd ji mafê hînbûna fermî bi zimanê dayikê hatibûn mehrûmkirin, lewre civaka Kurd bi rêya wêje, çand û huner zimanê xwe parst.

Biradost Mîtanî, bang li tevahî partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr, rojnamevan û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo parstina zimanê kurdî û fermîkirina wî di destûra Sûriyeyê de hewldanên hevbeş pêk bînin û got: "Yekitiya Kurdan pêdiviyeke neteweyî ye. Divê nakokiyên siyasî werin derbaskirin û di yek rêzê de xwedî li zimanê kurdî were derketin, ji ber ku ziman hebûn û nasnameya gelê Kurd li Sûriyeyê ye”

Mîtanî her wiha anî ziman ku qebûlkirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de dê bibe gava esasî ber bi avakirina Sûriyeyeke demokoratîk a pirreng ku mafên hemû pêkhateyên wê biparêze, aramî û jiyana hevbeş bi pêş ve bibe.

(bb)

ANHA