‘Tayînkirin ne ji bo civaka Kurd û ne jî civaka xwecih adilane ye’

Siyasetmedaran tayînkirina nûnerên parêzgeha Hesekê yên parlamentoya hikumeta demkî rexne kir û got tayînkirin ne ji bo Kurdan û ne jî civaka xwecih adilane ye.

‘Tayînkirin ne ji bo civaka Kurd û ne jî civaka xwecih adilane ye’
28 gulan, 2026   06:55
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Umran El Seyîd û endamê Nîvîsgeha Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanê Mihemed Zeydo der barê tayînkirina nûnerên parêzgeha Hesekê yên parlamentoyê (Meclisa Gel) de ji ajansa me re axivîn.

Umran El Seyîd anî ziman ku helwesta Koma Partiyên Hevdîtina Şêwirî li ser bûyerên li Sûriyeyê rû didin, bi taybet hilbijartinên parlamentoyê zelal e û got tişta bûye hilbijartin nîn e, tayînkirin e.

El Seyîd destnîşan kir ku mekanîzmeya hilbijartinan ji yên dema serdema Baasê ne cuda ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Kursiyên parlamentoyê parêzgehan hatin diyarkirin bêyî ku taybetmendiyên kurdî an jî rewşa demografîk a herêmên Kurdan li ber çavan werin girtin

El Seyîd her wiha îşaret pê kir ku partiyan Kurdan hêvî dikirin ku hilbijartin îradeya civaka Kurd a diyarkirina nûnerên xwe yên parlamentoyê nîşan dabaya, lê nûner li ser bingeha dilsozî û berçavgirtinên ku ne girêdayî îradeya gel in, hatin tayînkirin.

El Seyîd da zanîn ku rêjeya Kurdan li Sûriyeyê ji sedî 20 e, lewre divê nûnertiya wan di parlamentoyê de berfireh be, diyarkirina 4 kursiyan tenê dê di siberojê de encamên neyinî bi xwe re bîne.

Mihemed Zeydo jî diyar kir ku komeke partiyan Kurdan piştî nirxandina pêvajoyê, bi daxuyaniyekê biryar da ku hilbijartinan boykut bikin, ji ber ku ev yek edalet ji civaka Kurd û civaka xwecih re pêk neanî.

Zeydo da zanîn ku partiyan xwest kursî li gorî rêya Kurdan werin diyarkirin, lê hikumeta demkî ev daxwaz bi rêbazên ne qanûnî û nefamkirî ji bo civaka Kurd paşguh kir. Zeydo di dewama axaftina xwe de hêvî kir ku mekanîzmeya hilbijartinan li ber çavan were girtin. Her wiha got, şeklê tayînkirinan neheqî li hemberî mafên neteweyî yên Kurd e.

Mihemed Zeydo di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurdan ên beşdarî hilbijartinan bûne kir ku helwesta xwe bikin yek da ku nûnertiya pêkhateyan were mîsogerkirin û hêviya civaka Sûriyeyê bi hemû reng û pêkhateyên wê bi cih were.

(bb)

ANHA