Bîlançoya teqîna li Bender Ebasê giran dibe

Çapemeniya Îranê ragihand ku hejmara kesên di teqîna li Bender Ebasê de mirine gihaşt 70’yî û hezar û 200 kes jî birîndar in.

Bîlançoya teqîna li Bender Ebasê giran dibe
29 nîsan, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mehr a Îranê têkildarî hejmara mirî û birîndarên teqîna ku di 26’ê Nîsanê de li Bendera Şehîd Recayî ya li parêzgeha Bender Ebas a Îranê rû dabû, agahiyên nû parve kirin.

Li gorî ajansê, hejmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest daye gihaşt 70 kesî û zêdetirî hezar û 200 kes jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê, ji ber ku birînên gelek kesan giran in, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Duh wezîrê karên navxweyî yê Îranê Îskender Mûmînî diyar kiribû hin berpirsên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin, hatine destgîrkirin. Mûmînî gotibû: “Xemsarî hebû, bi taybet der barê bicihanîna rêbazên ewlekariyê de.”