Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana navenda ofîsa Meclisa Sûriyeya Demokratîk a li Qamişloyê kir.

Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana MSD`ê kir
29 nîsan, 2025   12:25
QAMIŞLO

Şandeya ji hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamê DEM Partiyê Serhat Eren, parlementerên DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana navenda Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li bajarê Qamişloyê kir.

Şande ji aliyê hevseroka MSD`ê Leyla Qereman, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê ya Cizîrê Hisên Ezam, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî û endama Desteya Serokatiyê ya MSD`ê Diyala Henan ve hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan li ser girîngiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku di 26’ê Nîsanê de li Qamişloyê hat lidarxistin, gotûbêj kirin.

Şandeyê bal kişand ser girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de hatiye kirin.

Şandeyê gera xwe bi dawî kiriye û tê payîn ku îro ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve û vegere Bakurê Kurdistanê.

(k)