Bîlançoya lehiya Endonezyayê: 84 kes mirin

Hejmara kesên ji ber lehî û hezazê li girava Sumatra ya Endonezyayê jiyana xwe ji dest daye, bû 84.

Bîlançoya lehiya Endonezyayê: 84 kes mirin
28 mijdar, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku rayedarên Endonezyayê îro parve kirine, hejmara kesên ku ji ber lehiyê û hezazê vê hefteyê li girava Sumatra ya Endonezyayê mirine, gihaştiye 84 kesan û bi dehan kes hîn jî winda ne.

Di çend rojên dawîn de li Endonezya, Malezya û Taylandayê ji ber lehiyê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê polîsên Sumatraya Bakur Ferry Walintokan ji AFP’ê re got: "Heta vê sibehê, hejmara miriyan gihaştiye 62 kesan û 95 kes birîndar bûne. Birîna hinekan giran e. Lêgerîna herî kêm 65 kesan jî dewam dike."

Li gorî ajansa xwecih a karesatan, li Sumatra Rojava herî kêm 22 kes mirine û 12 kes jî winda ne.

Ferry Walintokan diyar kir ku li Sibolgayê ku bajarê herî zêde bandor lê bûye, zêdetirî 30 kes mirine.

Li gorî ajansê, barana zêde li Aceh a li rojavayê Endonezyayê bû ku di encama wê de lehî û hezaz çêbûn. Her wiha îşaret pê kir ku nêzîkî hezar û 500 kes ji wir hatine derxistin.

Di destpêka vê mehê de, li navenda Javayê ji ber barana zêde di hezazan de 38 kes mirine, 13 kes jî hîna winda ne.

(bb)