QSD’ê bîlançoya salekê ya operasyonan aşkera kir

QSD’ê ragihand ku di sala 2023’yan de 73 operasyon pêk anîn, di encamê de 12 çete hatin kuştin û 352  çete hatin girtin.

QSD’ê bîlançoya salekê ya operasyonan aşkera kir
29 kanûn, 2023   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî operasyonên ewlehiyê yên  sala 2023’yan li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne, aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk di sala 2023’yan de gelek operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li dar xistin. Hinek ji wan operasyonên berfireh bûn. Hin din jî bi koordîne û hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatin pêkanîn. Di encama operasyonan de, emîr û berpirs jî di nav de bi dehan terorîst hatin girtin. Şaneyên hatin girtin agahiyên îstîxbaratî, çek û alavên leşkerî didan şaneyên terorîst. Her wiha destên wan di revandin û veguhestina endamê û malbatên wan ji kampa Hol û girtîgehê de hene. Di heman demê de şane ji herêma Çolistana Sûriyeyê û herêmnên di bin dagirkeriya Tirk de vediguhestin. Her wiha terorîstên hatin girtin planên êrişên terorî li dijî sivîl, hêzên leşkerî û ewlehiyê saz dikirin û ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xirab dikirin.

Bîlançoya operasyonên ewlehiyê yên hêzên me ji destpêka 2023’yan ve pêk anîne, wiha ye:

- 3 operasyên berfireh; (Birsûka Cizîrê, Tohildana Şehîdên Reqayê, Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê) jî di nav de, bi giştî 73 operasyon hatin lidarxistin.

-155 terorîst di Operasyona Birûska Cizîrê de, 127 terorîst di Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê de û  5 terorîstên girêdayî MÎT’ê jî di nav de, bi giştî 352 terorîst, gumanbar û tevkarên wan hatin girtin.

-6 emîr hatin girtin: cîgirê fermandarên leşkerî yê eyaleta Şamê Xalid El Şamî, berpirsê operasyonan Ebû Helîl El Fedanî, berpirsê diravî yê DAIŞ li eyaleta Şamê Ehmed El Hecî, emîrê banka îslamî ya DAIŞ û serokê dîwana eşîran Ebdulfeqûr Tebir El Ziyab, waliyê Reqayê Etallah El Mîsanî.

- 4 berpirsên xeternak; emîrê herêma rojhilat Îbrahîm El Elî (Ebû Mucahid), Muhend El Sarî, Hemze El Humsî,  berpirsê DAIŞ li kampa Holê Ebû Ubeyda El Iraqî jî di nav de, bi giştî 12 terorîst hatin kuştin.

Herêmên operasyon lê hatine lidarxistin:

Hol, Til Hemîs, sînorê Iraq-Sûriye, gundewarên Dêrazorê, Mezreya Hetîn a bakurê Reqayê, Sebxa ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê, bajarê Reqayê, Dirbêsiyê, Minbic, Tebqa, Şihêl, Kerama, Mensûra, Cirniyê, Sirîn, Zîban, Teyane, gundê Belqîs ê Til Hemîsê, Tiwêmîn, taxên Rimêla û Ekrad ên Reqayê, bajarokê Siwar ê Dêrazorê, Hicna, Silhebiya, Mergeda, Cidêdet Begara, Bisêra, Deşîşa, Sebxa ya gundewarê Şedadê, Ezba, gundê Ebû Nîtil ê bajarokê Siwer û gundewarê rojava yê Reqayê.

Hêzên me di rêya têkbirina rêxistina terorîst û xilaskirina cîhanê ji terora wê de, fedakariyên mezin dan. Em ê peywira xwe ya exlaqî û nîştimanî bidomînin heta rêxistina terorê biqedînin û çavkaniyên wê zuha bikin. Em dixwazin bala cîhanê bikişînin ser vê yekê; di serî de dewleta Tirk, hin dewletên herêmê desteka lojîstîk didin û parastinê didin berpirsên DAIŞ’ê, bi taybetî herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî bûne cihên ewle ji bo fermandarên DAIŞ’ê. Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bargeh û nexweşxane ji bo dermankirina birîndarên DAIŞ’ê hene. Di heman demê de Tirkiye bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmên me dixwaze aramiya herêmê têk bibe û derfetê bide şaneyên DAIŞ’ê da amadekariyên êrişan li ser girtîgeh û kampên endamên DAIŞ’ê lê hene bikin. Ji ber vê yekê lazim e dosyaya tevkariya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re were vekirin."

(bb)