Artêşa Îsraîlê êrişî bajarokekî Şamê kir: 9 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê êrişî bajarokê Beyn Cin ê Şamê kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 6 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê êrişî bajarokekî Şamê kir: 9 kes hatin kuştin
28 mijdar, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê vê sibehê ket bajarokê Beyn Cin ê Şamê (10 km dûrî sînorê Îsraîlê ye) û bi moşek û obîsan êriş pêk anî. Hate diyarkirin ku di encama êrişê de 9 kes hatin kuştin.

Li gorî tevlevîzyona El Exbariye ya ser bi hikumeta veguhêz ve, beriya ku dewriye vekişe şêniyên bajarok bi leşkeran re bi hev ketin, di encama pevçûnê de 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku di pevçûnên li bajarokê Beyt Cin de 6 leşkerên wê birîndar bûne û birînên 3 leşkeran giran in.

Li gorî malpera SKY News jî piştî êrişa Îsraîlê tevgereke mezin a koçberiyê ji bajarok çêbû.

Artêşa Îsraîlê piştî bûyerê ragihand ku li gorî agahiyên ku di çend hefteyên borî de hatine bidestxistin, operasayoneke girtinê li dijî gumanbarên endamên “Rêxistina Koma Îslamî” pêk aniye.

Li gorî artêşê “gumanbaran li herêma Beyt Cin kar kiriye û li dijî sivîlên îsraîlî êrişên terorîstî pêk anîne.”

(bb)