Bîlançoya kuştiyên êrişa Îsraîlê li dijî Lubnanê derket 9 kesan

Di encama êrişên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê de di nav de zarok û jin jî hene 9 kes hatin kuştin.

Bîlançoya kuştiyên êrişa Îsraîlê li dijî Lubnanê derket 9 kesan
24 gulan, 2026   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên borî de balafirên şer û dronên Îsraîlê li herêmên Nebetiye û Sor mal û navendên xizmertguzariya giştî, erebe û motorsiklêt bombebaran kirin. Di encamê de 9 kes di nav de jin û zarok hatin kuştin, hejmarek kes jî birîndar bûn û avahî û saziyên bazirganiyê hatin rûxandin.

Hemwextî wê jî artêşa Îsraîlê hişyariyên bilez ên valakirina hejmarek bajarokên başûrê û Bîqai dan şêniyan ku wê êriş bikin.

(fr)