Li Sûdanê 2 bazar hatin bombebarankirin: 33 kes mirin

Li Sudanê bi dronan êrişî 2 bazaran hatin kirin. 33 kes hatin kuştin û 59 kes birîndar bûn.

Li Sûdanê 2 bazar hatin bombebarankirin: 33 kes mirin
8 adar, 2026   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre bijîşekî nexweşxaneya Ebû Zebed, bazarên bajarokên Ebû Zebed û Wed Benda yên ayaleta rojavayê Kerdevanê ya başûrê rojavayê Sûdanê bi 2 dronan hatin bombebarankirin.

Bijîşk da zanîn ku êriş duh hatibû kirin û di encamê de 33 kes hatin kuştin û 59 kes birîndar bûn. Her wiha got, hîna 30 birîndar têne dermankirin, lê derman û alavên bijîşkî kêm in.

Çavkaniyekî leşkerî di artêşa Sûdanê de hedefkirina sivîlan red kir û got, hêzên wan qadên sivîlan nakin hedef, lê li cihên Hêzên Piştevaniya Lezgîn dixin.

(bb)